AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bang li nivîskar Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê kirin ku ji gelê Batmanê lêborîn bixwazin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji ber nivîsa nivîskara Rojnameya Cumhuriyetê Işil Ozgenturk têkildarî Îpek Er a piştî destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî daxuyaniyek nivîskî weşand. Platformê bang li Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ji ber nivîsa derbarê xelkê Batmanê de nivîsandiye ku ji gelê Batmanê lêborîn bixwaze. Platformê diyar kir ku divê rojnameya Cumhuriyetê dawî li nivîsên wê nivîskarê bîne û heke neke Cumhuriyet jî hevkarê bûyerê ne.