ENQERE - HDP’ê, derbarê Parlamenterê AKP’ê Tamer Akkal ê heqaret li Selahattîn Demîrtaş kir, gilî kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Parlamenterê AKP’ê yê Manîsa Tamer Akkal ê li ser hesabê xwe yê medya civakî heqaet li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kiribû de gilî kir.
Komîsyona Mafên Hiqûq û Mirovî ya HDP’ê li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê Akkal de gilî kir û xwest Akkal ji Madeya 125 a TCK’ê “Sûcê heqaetê” bê darizandin.