STENBOL – Dadgehê biryara dewama girtina Erol Elbasan ê hewl da Derya Elbasan bikuje da.
Li navçeya Stenbolê Erol Elbasan hewl dabû ku hevjîna xwe Derya Elbasan bikuje. Derbarê Erol Elbasan de doz hat vekirin û rûniştina dozê ya sêyemîn li Dadgeha Kartalê hat lidarxistin. Bersûc di danişînê de hat amadekirin, Derya Elbasan û nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Ayşen Ece Kavas jî amade bûn.
Erol Elbasan di parastina xwe de diyar kir ku di serî ji malbata xwe û jinan hemû lêborînê dixwaze û ew poşman e hewl daye tiştek wiha bike. Elbasan xwest were berdan.
Pişt re Derya Elbasan axivî û diyar kir ku ewlehiya wê nîne û giliyê wê derbarê bersûc de didome.
Parêzera Derya Elbasan, Naîm Karakaya jî parastina miwekîla xwe kir û jiyana miwekîla wî û zarokên wê di metirsiyê de ye û xwest bersûc girtî were darizandin.
Piştî parastinan dadgehê derbarê Erol Elbasan de biryara domandina girtinê da û danişînê taloqî 15’ê îlonê kir.
Platformê piştî danişîn bi dawî bû daxuyanî da çapemeniyê.