Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin

img

MÊRDÎN – Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ji bo kuştina du endamên meclîsa partiya xwe lêkolîn bike çûbû Êlihê û roja 4’ê Îlona 1993’yan li Kuçeya Elma ji aliyê hêzên tarî ve li gel rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr hat qetilkirin. 27 sal bi bûyerê re derbas bû lê bi qasî serê derziyê di dosyeya bûyerê de pêşketin çênebû. 

 
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ji bo kuştina endamên Meclîsa Partiya xwe Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç bi awayek “faîlê wan nediyar” hatibûn kuştin lêkolîn bike di 4’ê Îlona 1993’yan de wek şandeyek diçe Êlihê. Sîncar û şandeya pê re li Sûka Batmanê lêkolînan dikin. Di dema lêkolînê de Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li Kuçeya Elma ya Êlihê ji aliyê hêzên tarî ve bi êrişek çekdarî rûbirû dimînin û her du jî li cihê bûyerê tên qetilkirin. Parlamenterê DEP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Togûç jî bi giran birîndar dibe. 
 
Piştî qetilkirina siyasetmedaran li Êlihê demildest qedexeya derketina derve tê ragihandin. Wezîrên Dewletê Necmettin Cevheri û Mehmet Golhan ragihandin ku tetikkêşê cînayetê 24 saetan de hatiye girtin. Bi heman awayî Serokwezîra wê demê Tansû Çîller jî gotibû qatil hatine girtin. Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar jî berevajî van daxuyanî dabû û gotibû: “Îş xerakirin. Îşê wê derkeve xera kirin. Em hinek hiş bin.” Agar bi vê daxuyaniyê ragihand ku qatil nehatine girtin. 
 
Rayedarên hikumetê ku daxuyandbûn qatil hatine girtin pişt re yek bi yek daxuyanî dan û gotin ku qatil nehatine girtin. 
 
CÎNAYETÊ DI RAPORA SÛSÛRLÛKÊ DE CIH GIRT 
 
Têkildarî cînayetê ewil Tûgayên Tolhildana Tirk (TÎT) ku hêzên paramîlîter bûyerê girtin ser xwe. Piştî bûyerê bi sê salan di 3’ê Mijdara 1996’an de agahiyên têkildarî cînayetê din ava raporên “Qezaya Sûsûrlûkê” de ya li Navçeya Sûsûrlûka Balikesîrê pêk hat derket holê. Di van raporên Sûsûrlûkê de derketibû holê ku dewlet, siayset û hêzên tarî bi hev re şixûlîne. 
 
Musteşarê Serokwezîrê Demê Kutlu Savaş di raporek amade kiribû de gotibû Mahmût Yildirim bi nasnavê “Yeşîl”, îtîrafkar Alaatîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû cînayeta Sîncar pêk anîne. Rapor ji Serokwezîrê wê demê Mesût Yilmaz re hat ragihandin lê pişt re negihîştin ji sazûmankarê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim. 
 
BERSÛCEK HEBÛ EW JÎ HAT BERDAN 
 
Girtiyê doza Hîzbûllahê Cîhan Yildiz û fîrarê doza Hîzbûllah Ejder Arpa ji cînayetê berpirs hatin girtin. Di darizandina hat kirin cezayê heta hetayê li Yildiz hat birîn. Lê heta niha hêj Ejder Arpa ê fîrar nehatiye girtin. Xwestin cînayetê bi ser Cîhan Yildiz ve bigirin. 
 
Parêzerê Yildiz bi daxwaza ji nûve darizandinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da û ev daxwaz dia dara 2019’an de hat pejirandin. Li ser vê serlêdanê biryara berdana Yildiz hat dayîn û dûre dosye ji nûve hat vekirin û danişîn hat dîtin. 
 
DARIZANDIN JI NÛVE DEST PÊ KIR 
 
Di dosyeyê de girtî kes nema. Darizandina ji nûve di 2’yê cotmeha 2019’an de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişîna ewil a dozê de daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildiz hat redkirin. Danişîna duyemîn a dozê divê di meha hezîranê de bihata lidarxistin lê ji ber pandemiyê nehat lidarxistin. Tê payîn ku di danişîna li 2’yê mijdarê de bê lidarxistin biryar were dayîn. 
 
27 SAL IN DOSYE DI TARIYÊ DE MAYE 
 
Dosyeya cînayeta Sîncar 27 sal in di refên tarî de maye. Birayê Sîncar, Alî Sîncar têkildarî dosyeya birayê xwe got “Li Tirkiyê tu tiştek nehat guhertin” û pêwîste bi rastî û dema bihûrî re hevrûbûn çê bibe. Dema ku Alî Sîncar wisa got Hevserokê HDP’a Mêrdînê bû û bi îfadeyên şahidên nepen hat girtin. 
 
‘EV DOSYE DIKARE BIBE DESTPÊK’ 
 
Sîncar ê hêj girtî tê darizandin li ser daxwaza me bi wesîleya salvgera cînayeta kekê xwe bi rêya parêzerên xwe peyam şand û wiha got: “Kujerên kekê min Mehmet Sîncar 27 sal in tên parastin. Ez jî bi awayek dij hiqûqî hatim girtin. Min berê jî gotibû li Tirkiyê tu tiştek nehatiye guhertin. Dabînkirina edaleta di dosyeya Mehmet Sîncar de û heke kujeran derxin holê encax wisa mimkin e Tirkiye bi dema bihûrî re hevrû bimîne. Ev dosye ji bo ronîkirina serdemên tarî yên Tirkiyê dikare bibe destpêkek.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

04/09/2020
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe