AMED – Çêkirina dîwarê 12 kîlometreyî ku dê Amedê bike du beşan li ser nerazîbûna xelkê hat rawestandin.
Miduriyeta Rêya Hezin a Dewletê li Amedê li ser rayên trenê dîwarê 2 metre bilindahiya wê heye û 12 kîlometre dirêj e çê dike. Ev dîwar dê Amedê bike du beşan. Xelkê li ser medya civakî û rêxistinên civakî yên Amedê nerazîbûn nîşanî çêkirina dîwar dan. Li ser vê yekê Wezareta Ragihandin û Binesaziyê ragihand ku wan çêkirina dîwar rawestandiye.
Te payîn wezaret di rojên pêş de biryara taliyê bide.
Xelkê ku bertek nîşanî çêkirina dîwar dabû şibandibûn “Dîwarê Berlînê.”