Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakir ê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (kemaçê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser kemaçê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka kemaçê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurd wî aniye vê astê. 

 
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakirê bi eslê xwe ji navçeya Mîlasa girêdayî Mûglayê ye fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî namaze li ser muzîka kemaçê ango muzîka herêma Torê lêkolîn kirine û li kemaçê dide. Ji 
Podcast Kurdiyê rojnamevan Mevlut Oguz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê û çanda doman (mitribên Torê) hevpeyvînek ango podcastek amade kiriye. Dr. Çakir pir xweş û rewan bi kurdî diaxive û dema meriv li kurdiya wî guhdar dike meriv dibêje qey ew ne ji Mûglayê yê lê ji herêma Nisêbînê ye. 
 
Ew di sala 2013'an de ji Zanîngeha Exterê ya Londrayê lêdixe diçe herêma Nisêbînê li ser doman û çanda kemaçê bi qasî salekê lêkolînan dike û li wir fêrî  bi kurmancî dibe. Dr. Çakir qala serpêhatiya xwe, fêrbûna xwe ya Kurdî û lêkolînên xwe yên li ser çand û muzîka Kurdî kir. 
 
LI SER DENGBÊJÎ Û DOMAN DU MASTER Û DOKTORA KIR
 
Çakir diyar kir ku çîroka wî ya ku bi pey lêkolîna çanda kurdî û doman ketiye dûr û dirêj e û wiha dibêje: "Hêj dema ez li Mîlasê diçûm lîseyê, meraqa min li ser kurdan çêbû. Bayek çepgirî li me jî dabû û me xist nava meraqan û berê me da ku em li ser kurdan lêkolîn bikin. Me ji xwe re digot "kurd kî ne?" û zimanê wan hebû û bi kurdî dişetexilîn. Der barê kurdan de tiştên neqenc digotin. Em wila nedifikirin. Min meraq kir. Ew jî şansê min bû, hevalê min ê herî nêzîk nîv kurd bû. Em bi hev re ketin meraqan. Haya wî ji kurdayetiyê nebû. Bi kurdî nizanibû. Em çar heval bûn. Bala min çû ser muzîka kurdî. Min li Ciwan Haco, Şivan Perwer, Kardeş Turkuler guhdar dikir. Carinan hin band diketin destê me û stranên dengbêjan diketin destê me. Me ji ziman fên nedikir lê kêfa me jê re dihat. Meraqa min pêşî wilo çêbû. Cara ewil ez ji bo zanîngehê çûm Stenbolê û meraqa min zêde bû. Di sala 2009'an de min li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê min beşa bestekarîyê (kompozîtorî) dixwend. Min xwest ez stranan çêkim. Dûre ez ketim nav muzîkolojiyê. Pişt re min biryar da ku li ser muzîka kurdî xebatek ango lêkolînek bikim."  
 
Çakir da zanîn ku mamosteyek wan a Amerîkî hebûye û meraqa wî jî pir li ser dengbêjan hebûye. Çakir anî ziman ku vê çaxê dema wî ya masterê bû û wî jî beşa lêkolîna dengbêjan bijartiye û got: "Mamosteyê min got li ser dengbêjan lêkolîn bike û min got serçavan. Min dixwest ez bi kurmancî biştexilim. Min bi Celadet Elî Bedîrxan dest pê kir û min pirtûkên kurdî ji xwe re sitendin. Ez li malê tena ser xwe li ser zimanê kurdî dixebitîm. Min nizanibû li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê dersên kurmancî didin. Pişt re min dest bi qursa kurdî kir. Min du master kirin, mastira min pêşî mijara wê stîla strandina Dengbêj Reso bû. Min li ser stranên wî analîz kir. Min sonogram ji strandina wî girtiye. Min li ser kaxizekê wek grafîk min wan xuya dikir û wek xêza çawa diçe, yanî çawa qirika xwe bikar dianî çêkir." 
 
JI DENGBÊJÎ BERÊ XWE DIDE SER DOMAN
 
Çakir destnîşan kir ku ew piştî Stenbolê diçe Brîtanyayê û li Beşa Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exterê dixwîne û wiha got: "Ew jî master bû. Min analîzeke din çêkir. Weka ku tê zanîn dengbêj piştî salên 90'î rabû û bi nav û deng bû. Dengbêj hebûn lê belê ji xeynî extiyaran kesî li wan guhdar nedikir. Mesela kêfa xortan ji dengbêjan re nedihat. Piştî salên 90'î ew ji holê rabû. Digotin dengbêjan dîrok, ziman û wêjeya kurdî parastin e. Wilo maneyên nû dixistin navê. Min jî got ew pêvajo yanî tiştên dîrokî di wir de çêbûn û însanên di wir de rol leyîstin çi bûn. Min analîza vegotina dengbêjiyê kir. Ev mastera didoyan bû. Pişt re dor hat doktorayê. Min doktoraya xwe jî li Zanîngeha Exterê kir. Min mijar dîsa niqand. Ji dengbêjan ez qelîbim ser mijara mitribên (dom) herêma Torê."  
 
BERÊ XWE DIDE NISÊBÎNÊ 
 
Çakir diyar kir ku ew ji bo dizanibin dom kî ne û çawa dijîn û çi dikin lê dixe ji Londrayê berê xwe dide Nisêbînê û got: "Bi rastî min nizanibû Nisêbîn yanî Torê li kû ye. Wexta ku min ew mijar niqand, min got ez ê teza xwe ya doktorayê li ser mitriban binivîsînim, hingê min lêkolîna xwe ya pêşî kir. Min li ser înternetê mêzand çi heye û wek lîteratûr çi heye û kê çi nivîsandiye. Min mêze kir ku însanên wek Şerefxan Cizîrî û gelekên din li ser vê babetê gelek tişt nivîsandine. 
 
Hevalên min ên Nisêbînî li Londrayê hebûn. Em diştexilîn. Min pirsan ji wan dikir. Hevalên min digotin gerek tu herî Nisêbînê. Cihê te Nisêbînê ye. Hevalekî min hebû, Luqman Guldivê, ew jî rojnamevan û lêkolîner e. Luqman jî teza xwe li ser Cembelî Mîrê Hekarî nivîsandibû. Lê performansa Cembelî ji aliyê du kemaçevanên Torê Bedranê Mala Alê û Reşîdê Mala Mûsa nivîsîbû. Wan berê min da Nisêbînê. Min ewilî wisa Nisêbînê nas kir."
 
FÊRÎ DEVOKA NISÊBÎNÊ ANGO TORÊ DIBE 
 
Çakir anî ziman ku wexta ku ew diçe Nisêbînê kurmanciya wî pir xerabe bûye û wiha dodomîne: "Min fedî dikir ku bi însanan re biştexilim. Tiştên wilo rojane ji min re digotin, min fêm nedikir. Min wisa fedî dikir. Hem jî min digot ez ê çawa lêkolînê bikim. Min pêşî got ez ê zimanê Nisêbînê bielimim. Yabo ez çûm Nisêbînê ku bi sê devokan diştexilin. Bi devoka Omeryan, Torîkî û Botîkî diştexilin. Min digot gelo ez ê çawa bielimim. Ez ê kîjanê bielimim. 
 
Hevalên min ên dom gişt bi Torîkî diştexilin. Ji bo ku ez ê lêkolîna xwe li ser wê herêmê bikim, zimanê Torîkî ji min re baş e û dengê Torîkî ji min re xweş dihat. Dengê Torîkî li gorî min e. Vêca ziman dema yek dest pê dike û ziman bi pêş ve diçe, ji bo zimanan meraqa min heye. Ez tiştekî bigirim zû bi zû bernadim. Ji zû ve ji min re kurmancî xweş dihat û min dixwest bielimim. Wextê min dest pê kir û min dixwest ji însanan fêm bikim û ew jî ji min fêm bikin wilo zimanê min vebû. Ziman wext digire. Dema ez çûm Nisêbînê sala 2013'yan bû. Ez 6 mehan li Nisêbînê mam. Pişt re ez vegeriyam Londrayê. 5 mehan li Londrayê mam. Li Nisêbînê piştî 3 meha zimanê min vebû. Dema ez diaxivîm hevalê min dom hemû bi min dikeniyan. Min tiştên wilo boş-beredayî ecêb digot. Bi min dikeniyan û henekên xwe bi min dikirin. Lê ew jî ji min re dibû motîvasyon." 
 
LÊKOLÎNA LI SER DOMAN 
 
Çakir diyar kir ku li ser doman berhem ango lêkolîn zêde nînin û wiha got: "Ku yek bixwaze li ser doman tiştek bizanibe, bi rastî jî ji 5 gotar û 2 pirtûkan pê de tiştek nebû. Û yek ji wan akademîk bû. Li ser vê herêmê lêkolîn pir kêm in. Lêkolînên hene jî ne akademîk in. Wexta yek ji wan tiştekî digire û dema tu diçî qadê dibînî şaş in. Meseleya min ne biçûkkirina wan însanan e. Derdê min ne ew e. Em ji perspektîfa xwe li tiştan dimeyzînin. Yanî ew rastiya me ye. Vêca wexta ku behsa doman dikin, ne bi kêf behsa wan dikin. Kêfa xelkê herêmê ji doman re nayê. Heta salên 90'î xelkê nedihişt dom biçin gundên wan. Tiştên wilo gelek in. Vêca ew nivîskar jî naxwazin behsa vê yekê bikin û ew tişt dewam bikin." 
 
Yek ji van nivîskar û lêkolînerên li ser kemaçevanan û çanda doman nivîsandiye Şerefxan Cizîrî ye. Gelek gotar û 2 pirtûkên wî li ser doman hene. Di wan pirtûkan de bêtir behsa kemaçevanan dike. Dema tu bikeve bin bersiva hemû pirsên di serê te de, tu neçarî bi zarokan, re zilaman re bi jinan re, bi kurmancan re bi doman re, ku dikaribî bi sûryaniyan re bi êzdiyan re biştexilî. Têkiliya doman bi malbatek kurd û malbatek sûryanî re ne yek e. Mesele tevlîhev e. Ji bo wilo wan nivîskaran gelek tiştên baş û xweş nivîsandine lê ne berfireh in. Ji bo tu wê çand ango wê civakê nas bikî pêwîste tu demek dirêj û bi kûrahî bi wan re bimînî.
 
Dema tu bi extiyarên kurd re biaxivî wê ji te re bêjin du tişt hebûn. Yek mitrib yek jî qereçî hebûn. Wê bêjin mitrib di xaniyan de bûn û qereçî di konan de bûn. Yanî ferqên wiha ji te re dibêjin. Dema ez çûm Nisêbînê ji min re gotin. Dema niha tu diçî Nisêbînê ji hemûkan re dibêjin mitrib."  
 
TAYBETMENDIYÊN KEMAÇÊ 
 
Çakir bal kişand ser taybetmendiyên kemaçê û şibandin û ferqên di navbera kemaça lazan û îraniyan û wi wiha got: "Em li ser tarîxa kemaçê nikarin tiştekî teqez bêjin. Tişta ku ez dizanim ez ê bêjim. Em nizanin ku kengî hatiye herêma Mêrdînê. Jixwe ji derveyî herêma Mêrdînê kemaçe nayê gotin. Tune bû. Em nizanin kengê hatiye wê herêmê. Lê dikarim li ser anatomiya kemaçê tiştek bêjim. Wextê em li wê sazê dimeyizînin sazên ku dişibin kemaçê gelek deveran hene. Ne li aliyê tirkan, li aliyê ereban aliyê başûr heta ku diçe Hîndîstanê hene û belav bûne. Lê ne wek kemaçê ne. Cuda cuda de ne. Dengê wan jî cuda ye. Li herêma Torê 3 têlên kemaçê hene. Li hin deveran du têl û çar têl hene. 
 
Kemaça lazan û kemaça Torê ji çend aliyan ve dişibin hev. Ji şiklê lêdanê ve û ji ber ku kemaça Torê jî û kemaça lazan jî gelek caran du têl ber hevdû re tên gotin. Li ser du têlan pev re dibêjin. Carna li ser yek têlê lê didin ji bo govend rabe. Ji aliyê rîtman ve naşibin hev, lê her du jî wilo tên gotin. Ez yeqîn nakim ku têkiliya wan bi hev re hebe. Wek amûr naşibin hevdû. Lê ji aliyê lêdanê ve jî ew tiştên dişibin jî yeqîn nakim ku têkiliya wan heye."
 
STRANÊN ŞERAN, EVÎN Û GOVENDÊ 
 
Çakir da zanîn ku kemaçevan stranên şeran, lawikan (işq) û govendê dibêjin û got: "Dema em li salên 60'î binêrin, wexta tu li bandên kemaçevanan dimeyzînî ya rastî bi sê mijaran stranan dibêjin. Li ser şeran stran gotine, du tiştên stranên eşran hene, yek gelek dirêj in û qala lehengiyê tê kirin. Di stranan de serlehengên van şeran namirin wilo wan pîroz dikin. Li ser lawikan ango işq-evînê stran ten gotin. Ew jî dişibin stranên şeran, lê wek mijar li ser işqê ne. Ya din jî stranên govendê ango reqsê ne. Ew jî bi du rîtma milanî ango dicîda tên lêdan û gotin."
 
KEMAÇEVANÊN HERÊMA TORÊ
 
Çakir bal kişand ser stranbêj ango kemaçevanên herêma Torê û wiha got: "Gelek stranbêj hene. Ji kemaçevanên bi nav û deng; Bedranê Mala Alê, Reşîdê Mala Mûsa, Brahîmê Mala Nazê, Silêmanê Mala Hesîka, Evdê Mala Kerîm, jixwe yê herî bi nav û deng Miradê Kinê heye. Û ji Mala Evdê jî hene. Hin ji wan niha li Almanya dijîn. Endamên Koma Hezex ji vê malbatê ne. Ji wan jî Şêxmûsê Mala Evdê û Evdilayê Evdê hebûn. Jixwe kemaçevan ne gelek bûn lê ew însan wextê xwe de bi nav û deng bûn. Qala gelek ji wan nayê kirin. Bandên wan hene. Yek bixwaze dikare li ser înternetê li wan guhdar bike. Çima ewqasî Miradê Kinê bi nav û deng e. Ew meseleyek mezin e. Ji aliyê kemaçevaniyê ve ferqên wî ji yên din çi bû. Ew çû bajêr û di bin tesîra radyo de ma. Ez tenê behsa radyoyên kurmancî nakim, ez behsa radyoyên tirkî jî dikim. Lê yên din bi tirkî stranek negotine."  
 
ANALÎZA LI SER MIRADÊ KINÊ 
 
Çakir analîza xwe ya li ser kemaçevan Miradê Kinê nivîsandiye û diyar dike ku dê wekî pirtûkekê bê weşandin û wiha berdewam dike: "Min analîzek li ser wan nivîsandiye û şandiye çapê ku bibe pirtûk. Lê ji ber pandemiyê pirtûk nehatiye weşandin. Li ser Miradê Kinê camêrek pirtûkek amade kiriye nehatiye weşandin. Min di vê pirtûka xwe de analîza vê yekê kiriye; ku çawa Miradê Kinê çûye bajêr û çanda kemaçê bi bajaran ve hatiye girêdan. Kemaçevanên din zû neçûne bajaran. Meraqa wan zêde li ser stranên tirkî nîne. Ew însan gelek şareza bûn. Bêtir stranên şeran digotin û qebîliyeta wan ew bû. Wan însanan bi saetan wek dengbêjan stranên şeran digotin. Jixwe di bandên wan de stranek 5 deqîqeyî nikarî bibînî. Ew însan ya di gundan de bûn an jî di konan de bûn. Ji ber wilo. Miradê Kinê ji stranbêjên însanek cihê bû. Mirado stranên ji radyoyên kurdî û tirkî zeft dikir jî digotin. Gelek stranên wî jî hene.
 
Ji aliyê lêdana kemaçê ve jî dengê kemaça wî cihê ye. Min serê xwe li serê gelek êşand çima wilo dibêje û çima wilo lê dide. Min analîzek wilo kir; Miradê Kinê dixwest ku weke hunermendên radyoyan be. Ne weka stranbêjek li dawetan digot û lê dida. Gelek însanan digot Miradê Kinê xwe ji çûyîna dawetan re giran dikir. Diçû dawetan lê bêtir dixwest tiştên din bike. Ev analîza min e; Miradê Kinê dixwest xwe bike wek Mihemed Arîfê Cizîrî û gelek hunermendên din. Nedixwest di nava civakê de wek mitrib bimîne. Meseleya me ew e. Hemû kesên herêmê ji Miradê Kinê hez dike. Ez nikarim tiştek nebaş ji bo Miradê Kinê bêjim. Xwezî min wî nas bikira."
 
Kemaçevanek din jî wek Miradê Kinê heye li Midyadê, Elîko lê niha ne sax e. Ew ji ber ku li bajaran diman û bi xelkê re radibûn û rûdiniştin û derfetên wan hebûn, ferqa wan hebû û gelek bi nav û deng bûne. Derfetên wan hebûye ku li stranên din guhdar bikin û lê bidin û bêjin." 
 
Çakir di dawiya hevpeyvînê de kin be jî li kemaçê da.
 

Sernavên din

04/09/2020
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe