Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek

img

STENBOL -  Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku ligel şert û mercên tecrîdeke giran jî tu carî rêwîtiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê neqediyaye û got: "Mifteya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek." 

 
Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Lê belê destpêkê Rojhilata Navîn û bi giştî jî tevahiya welatan wê di şert û mercên şerî de 1'ê Îlonê pêşwazî bikin. Her wiha li Tirkiyeyê jî ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd bi milyonan kes bi hesreta aştiyê ne û ev hesret û bîrî her diçe zêde dibe. Têkildarî çareserkirina pirsgirêkê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e ji bo aştiyê tevdigere, lê belê heya niha tu carî hewldanên wî yên ji bo aştiyê nehatine bersivandin. 
 
Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji bo Ajasa Mezopotamyayê rêwîtiya Ocalan a ji bo aştiyê nirxand. 
 
HEWLDANÊN OCALAN ÊN JI BO AŞTIYÊ 
 
Bîlmez, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka aştiyê tenê ne ya kurdan, a hemû gelan e û got, Ocalan ji bo aştiyeke mayinde 30 sal in tevdigere. Bîlmez, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandoreke neynî li tevahiya gelan dike û got: "Li hêlekê ji ber mirinên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û li hêla din jî ji ber pereyên ku ji bo şer tên xerckirin krîzeke mezin heye. Her wiha têkildarî vê her diçe xizanî û birçîbûnî jî zêde dibe. Her ku xizanî zêde dibe rêjeya sûcan jî zêde dibe. Şideta li ser jinê, îstismarkirina zarokan zêde dibe." 
 
ASTENGIYA LI BER DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ
 
Bîlmez, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd ddi heman demê de li pêşiya demokratîkbûyîna dewletê jî astengiyek e û got: "Bi hewldanên Birêz Ocalan, hin agirestên yekalî çêbûn. Bi van agirbestan re li Tirkiyeyê hem di warê aborî de hem jî di warê siyasî de hin geşedanên baş rû dan. Lê belê wexta agirbest bi dawî bûn demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî qut bû. Hema bibêje niha Tirkiyeyê daxilbûna xwe ya nav Yekîtiya Ewropayê (YE) ji rojevê derxistiye. Lewma pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê ye û ev pirsgirêk ne pirgirêkeke 40 salan e. Ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha ev prisgirêk heye. Piştî koamr tê avakirin prisgirêka kurd girnatir dibe. Diviyabû kadroyên ku koma rava kirin biryarek bidana. An wê pirsgirêkên sereke hel bikirana û rêya xwe werê bidomandana, an jî jib o dîzaynkirina civakê wê hewldaneke antîdemokratîk nîşan bidana. Mixabin kadroyên avaker ên komarê, helwesta duyemîn esas girtin û pêk anîn." 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku ligel bi dehan komkujiyan jî gelê kurd dev ji heqên xwe bernedaye û got, hîn jî pirsgirêka kurd pirsgirêkeke demokrasiyê ye li çareseriyeke demokratîk û aştiyê digere. Bîlmez, bilêv kir ku piştî PKK derketiye holê ji bo kurdan pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, Ocalan di hevdîtinên xwe yê berê de gotiye: "Ê pirsgirêka kurd afirandiye ne em in. Em tunebûna jî wê PKK hebûna. Wê bi navekî din derketana holê, lê qethiyen wê tevgerek rû bidana. Ji lewar ê pirsgirêk afirandiye ev pergal e û heger Abdullah Ocalan li ber ranebûna, wê hin kesên din rabûna." 
 
GAVA EWIL A JI BO AŞTIYÊ 
 
Bîlmez, bibîr xist ku gava ewil a aştiyê ya Ocalan di sala 1988'an de dest pê kiriye û got: "Ocalan di sala 1993'yan de bi Serokkomar Tûrgût Ozal re bi awayekî neyekser pêwendiyê datîne û di Adara 1993'yan de agirbestê radigihîne. Lê belê di rawestgeha ewil a aştiyê ya Birêz Ocalan de êrîşa ewil dest pêk tê û roja ku dê Serokkomar Tûrgût Ozal efû jî di nav de planeke çareseriyê berpêş bikira hat kuştin. Di vê pêvajoyê de hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê tasfiyekirina alîgirên çareseriyê, rêbazên şerê taybet, provakasyona 33 eskeran û operasyonên dest pê kirin û gelek êrîşên din pûç kirin." 
 
HEWLDANÊN JI BO AŞTIYÊ 
 
Bîlmez, diyar kir ku Ocalan ji sala 1993'yan ve tîne ziman ku pirsgirêka kurdd bi çekê nayê helkirin û got, ji sala 1993'yan ve heya niha 8 caran agirbesta yekalî ragiahndiye û PKK jî bi awayekî erênî nêzî bangawaziyên ji bo agirbestê bûye, lê belê dewletê jî bi şer bersiva wan banagwaziyan daye. Bîlmez, diyar kir ku di sala 1999'an de gava Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin jî dev ji hewldanên xwe uên ji bo aştiyê bernedaye û got: "Gava Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, her kes li bendê bû ku wê şerê tirk-kurdan gurtir bibe. Lê belê Birêz Ocalan gavek wisa avêt ku her kes şaş ma. Bang li PKK'ê kir ku paş ve gav bavêje. Ev bangawazî pêşî li ber Tirkiyeyê vekir û heya 2004'an dewam kir. Lê belê ev hewldanên Ocalan jî hatin hebakirin û dewlet vê pêvajoyê nenirxand." 
 
‘HER TIM JI BO AŞTIYÊ BANG DIKE' 
 
Bîlmez, anî ziman ku gava AKP bû îqtidar li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kir û hikûmeta AKP'ê heya sala 2004'an wekî ku pirsgirêka kurd bi dawî bûbe û prisgirêkeke bi vî rengî tunebe hereket kiriye. Bîlmez, destnîşan kir ku lê belê mesele ne wekî ku AKP'ê li gor xwe xêz kiriye û got, daxwaz abi milyonan kurdî nehatiye bersivandin. Bîlmez got: "Piştî sala 2004'an agibest xera bû. Pêvajoya şerî cardin dest pê kir. Lê belê Birêz Ocalan çendî ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de bû jî dev ji hewldanên xwe yên ji bo aştiyê berneda û di ehr firsendê de ji bo aştiyê bang kir. Zor da dewletê ku pirsgirêka kurd di açrçoveyeke demokratîk de bê helkirin. Hewl da îqtidara siyasî li dor maseyê rûnê." 
 
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
Bîlmez, diyar kir ku hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê yên ji sala 2006 heya 2001'an cardin hatin binpêkirin û got, lê belê gava di sala 2012'an de li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir cardin hevdtin bi Ocalan re hatin çêkirin. Bîlmez, detnîşan kir ku Ocalan di "Pêavjoay Demokratîk" de ku di navbera sala 2013-2015'an de pêk hat jî ji bo aştiyê pir hewl daye û got, di du salan de li Tirkiyeyê pri tişt guherîn û bia wayekî îzafî be jî li Tirkiyeyê nêvengeke demokratîk rû daye. Bîlmez, bibîr xist ku lê berlê piştî hilbijartina 7'ê Hezîran a 2015'an pêvajoya çareseriyê hatiye bidawîkirin û got: "Cardin hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê hatin hebakirin û pêvajoya şerî cardin dest pê kir." 
 
Bîlmez, diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye dijwarkirin û piştî tecrîd bi dawî bûye şer jî gurtir bûye. Bîlmez, bibîr xist ku di sala 2016'an de siyasetmedarên kurd dest bi greva birçîbûnê kirine û bi vê re birayê ocalan hevdîtin bi Ocalan re çêkiriye û got, Ocalan di van şert û emrcan de jî ji bo aştiyê bang li dewletê kiriye, lê belê cardin bangawaziya wî bêbersiv hatiye hiştin. 
 
Her wiha Bîlmez bal kişand ser tecrîdê jî û got: "Tecrîd, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Mirov dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Tirkiye demokratîk bibe." 
 
‘AMADE ME' 
 
Bîlmez, anî ziman ku di sala 2018'an de tecrîda li ser Ocalan girantir bûye û got, Ocalan di şert û mercên giran ên tecrîdê de jî rêwîtiya xwe ya ji bo aştiyê domandiye. Bîlmez, bibîr xist ku piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê parêzer 5 caran çûne Îmraliyê  û Ocalan di hevdîtinên xwe de destnîşan kiriye ku pirsgirêk bi rêya şidetê nayê çareserkirin, tenê bi rêya diyalogê dikare bê çareserkirin. Bîlmez, destnîşan kir ku Ocalan di van hevdîtinên xwe yên sala 209'an de bilêv kiriye ku ji bo çareserkirinê çi ji destê wî bê wê bike û ji bo vê yekê amade ye. Bîlmez got: "Lê belê dewlet neheqiyeke mezin kiriye û mirovekî ku karibe meseleyê hel bike tecrîd dike." 
 
‘OCALAN ŞENSEKÎ MEZIN E' 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku ji bo aştiyê tu polîtîkayeke dewletê tuneye û got: "Li Îmraliyê tecrîdeke pir giran heye. Zimanê tê bikaranîn, zimanê şidetê, atmosfera heyî ne atmosfera çareeriyê ye. Devera ku Tirkiye ber bi wê ve diçe ne devereke baş e. Tirkiye ber bi nediyariyeke mezin ve diçe. Îqtidara siyasî dên bûye. Êdî divê ev rewş biguhere. Birêz Ocalan ji bo civaka Tirkiyeyê şensekî pir mezin e. Bi peyameke Birêz Ocalan a ji bo aştiyê atmosfera welêt diguhere. Çareserî li Îmraliyê ye û em dikarin bibêjin ku niha aştî li Îmraliyê tê tecrîdkirin." 
 
Herî dawî Bîlmez destnîşan kir ku heger hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin wê bandoreke erênî li her deverê welêt bike û got: "Mifteya hemû pirgsirêkên sereke yên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek." 
 
MA / Erdogan Alayûmat - Sadiye Eser 
 

Sernavên din

04/09/2020
13:27 Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor hat berdan
12:55 Tûnç: Bi ragihandina qedexeyan re serdemek nû dest pê kir
12:42 Parêzerên Ocalan bang li Serokê DMME’yê kirin
12:33 Altiparmak: Serokê DMME’yê ji bo pêşî li dosyeyên dozan bigire hat Tirkiyê
11:23 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
11:09 Malbatan xwestin biçin Îmraliyê
11:02 Ji ber zêdebûna nexweşên Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:53 Girtiyê nexweş ji ber dermanên şaş jehrî bû
10:33 Unsal: Em bang li ciwanan dikin ku li dora kampanya me bibin xelek
10:01 Barzanî îro dê bi Erdogan re bicive
09:57 Hevşaredarê Êlihê Demîr bi modela ‘hevserokatiyê’ tê sûcdarkirin
09:45 Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye
09:18 22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê
09:02 Ajovanên di Xabûrê re derbas dibin xwestin karê derbaskirinê leztir bê kirin
09:01 Dibistana 5 salan wekî qereqolê hat bikaranîn, hat valakirin
09:01 Onaran: Divê mafê 'xatirxwestinê' yê girtiyan esas bê dayîn
09:01 Wê ekolojîst û şêniyên herêmê li dijî Qenal Stenbolê bimeşin
09:00 Navê birinca Qerejdaxê heye, lê pere nake
09:00 Dayikek kedkar bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2020'AN
08:05 Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek li girtîgehê qeyrana dil derbas kir
03/09/2020
23:16 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn hat girtin
23:01 Unsal hat berdan: Em ê bi ser bikevin
20:50 49 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:58 Ji bo Aytaç Unsal biryara berdanê
18:25 Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
16:31 'Em ê kesên faîlên tundî û îstîsmaran diparêzin teşhîr bikin’
16:30 Xwestin Işil Ozgenturk û Rojnameya Cumhuriyetê ‘lêborîn’ bixwazin
16:18 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 5 kes birîndar bûn
15:55 Endamê Grûp Yorûm Araci hat berdan
15:43 HDP’ê derbarê Akkalê heqaret li Demîrtaş kir de, gilî kir
15:30 Doza Derya Elbasan hat lidarxistin
15:04 ‘Berpirsiyariya êrîşa li dijî Atay Soylû ye’
14:17 Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan
14:11 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:42 Li ser banê nexweşxaneya welidandinê stasyona bazê ava kirin
12:50 Başaran: Îqtîdara xwedî li Orhan derdikeve ji bo Kadirova çi kir gelo?
12:18 Danişîna biryarê ya doza cînayeta Yaglikara sibe ye
11:47 Çavkaniyên Şaredariya Artûklûyê ‘pêşkêşî’ alîgiran tê kirin
11:15 Piştî 85 rojina cenaze dan malbatan
10:40 Mamoste Hesen jiyana xwe ji dest da
10:32 Kuştina Mehmet Sîncar 27 sal in nayê ronîkirin
10:25 Dîmenên kêliya revandina Polat ê HDP’î derketin holê
09:46 Ji 10'an 1 nexweşên Covît-19 xizmetkarê tenduristiyê ye
09:13 Wanî: Ji bo ser krîzê bigirin rojevine cuda diafirînin
09:12 Hevpîşeyên Unsal bang kirin: Tehemila me nemaye!
09:10 Tenduristkar: Divê em bijîn ku karibin mirovan bidin jiyandin
09:09 5 sal derbas bûn lê hêj birînên Cizîrê nehatine kewandin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2020'AN
07:09 RTUK'ê cezayê 5 rojan ê TELE1'ê xist meriyetê: Ekran reş kir
02/09/2020
23:29 Yigît ê HPG’î piştî 85 rojan spartin axê
17:04 ATO: Di 19 rojan de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi Covid-19 ketin
16:06 ETKÎNLÎK-SEN: Bila cihên derveyî eywanên dawetan werin qedexekirin
15:34 3 kesên êrişî Bariş Atay kirin hatin girtin
15:23 Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin
14:59 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ dirêj kir
14:36 Beştaş: Em dibêjin aştî ew êriş dikin
14:21 ‘Twîta belav neke, nexweşxaneyan veke’
14:02 Yuksekdag name ji Parlamenterê Ewropayê re şand
13:54 HDP: Heqareta li Demîrtaş li dijî mirovahiyê ye
13:48 ‘Ji bilî aştiyê wek din tu rê nîne’
13:42 Rojnamevan Rawîn Stêrk hat berdan
12:16 Sîxûrtî li endamê EHP’ê hatiye ferzkirin
11:26 Çêkirina dîwarê wê Amedê dabeş bike hat sekinandin
11:25 Kurd di hevsengiya navbera DYA û Rûsya de êdî aktorê sereke ne
11:03 Li Girtîgeha Şakranê dubareya 12’ê Îlonê: Çi bextewar e yê ji xwe re dibêje ez Tirk im
10:35 Parlamenterê AKP’ê yê heqaret li Demîrtaş kir: Hesab tevlîhev bûne
09:54 Bêrîvan xelas bû, lê hevjîn û kurê wê di ava bahrê de winda bû
09:54 Parlamenterê AKP’ê heqaret li Demîrtaş kir
09:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Pêdivî bi muxalefeteke ku kurd di nav de bin heye
09:25 Zimanê kurmancî, dengbêjî û kemaçe wî dike muzîkologê kurdî
09:01 Li Mêrdînê nêzî 600 tenduristkar enfekte bûne, pergala tenduristiyê rûxiyaye
09:01 Ê bixwaze diçe nav erd û bixwe berhev dike
09:00 Ji bo şikandina ambargoya Tirkiyê û PDK’ê hevdîtin hatin destpêkirin
09:00 Bi ser qedexeyên Cizîrê re 5 sal derbas bûn: Dosyayên ku hatine vekirin bê encam man
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2020'AN
08:10 'Ocalan bû hêviya gelan, deriyê Îmraliyê vekin'
07:40 4 kesên polîsan li Rihayê binçav kiribûn hatin berdan
01/09/2020
17:27 Bariş Atay: Em hêj aliyê Îpek Er'in û Suleyman Soylu jî aliyê Musa Orhan e
15:43 Li Wanê ‘Xeleka Aştiyê’: Em vê rewşa şer rawestînin
15:23 Baroyan peyamên sala nû ya edlî dan
15:08 Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe peyama ‘aştiyê’ dan
14:41 Şer bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike
14:33 Mizrakli peyama aştiyê belav kir: Rojên ronî li pêşiya me ne
14:32 Li Cizîrê polîs û nobedarekê li hev xistin
14:04 Kerestecîoglû: Polîs pêl li pişta endamê me yê 65 salî kir
14:03 SES: 500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan
13:39 Li 2 deverên Cûdî şewat derket
13:38 Polîsan avahiya HDP’a Wanê dorpêç kiriye
13:18 Bavê Kaplan ê HDP'î ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:48 Ji HDK'ê peyama 1'ê Îlonê
12:30 Ekîncî: Em piştgiriyê bidin aştiya civakî
12:19 DBP: Bila tecrîd rabe û hevdîtin dest pê bikin
12:02 Li Edîrneyê 2 kes hatin binçavkirin
12:01 Ji bo Unsal banga lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir
12:00 Ji DÎSK’ê peyama 1’ê Îlonê: Bila şer bi dawî bibin
10:56 Çalakiya ‘Xeleka aştiyê’ ya li Gara Enqerê hat astengkirin
10:54 Destûr nehat dayîn Demîrtaş bi zarokên xwe re hevdîtin bike
10:46 Pasaporta Aktîvîsta Kirmanşahî desteser kirin
10:44 Pekoz: Li Amerîka kî tê hilbijartin bila were hilbijartin wê statûya Kurdan xurt bibe