MÊRDÎN - Jinan 50 salî Melîha Kaya ya ku li Şemrexê di êrîşa bi çek de hatibû kuştin, hat definkirin.
Cenazeyê jina 50 salî Melîha Kaya ya ku li Gundê Dirrinê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê ji aliyê Ekrem Ozel ê 75 salî ve duh êvarî bi çekê hat kuştin, piştî kar û barên otopsiyê hat definkirin.
Li aliyê din, Ekrem Ozel ê êrîşî Kaya û malbata wê kir, hêj nehatiye dîtin.