Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Meclîsê "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku pêkane ku şer û bêkarî bi dawî bibe. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a ku bi armanca hemû beşên civaka demokratîk ên li Tirkiyeyê bîne gel hev dest pê kiribû, bi "Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê" berî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê aşkere kir. 
 
Deklarasyona ji aliyê Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat xwendin. Ji bo vê li Meclîsê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamenterên partiyê jî beşdarî civîna daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hat pîrozkirin.
 
'DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN DE POLÎTÎKAYA ŞER HEYE
 
Di deklarasyonê de işaret bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê hate kirin û hate destnîşankriin ku ev stratejiya şer û aloziyê welêt dikeve nava paşerojeke nediyar e.
 
HDP'ê destnîşan kir ku ev polîtîka bi kêrî civakê, welêt û desthilatdariyê jî nayê.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku israra di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û hate gotin, "Pêwîsteiya me ne bi şer lê bi aştiyê, bi diyalog û danûstandinan heye. Mîna xaka ku bi hesreta avê ye, welatê me jî bi hesreta polîtîkayên aştiyê ye."
 
'NEÇARESERÎ WÊ KRÎZÊ GIRANTIR BIKE'
 
HDP'ê diyar kir ku asta heyî ya meseleya Kurd êdî çareseriyê ferz dike û ragihand, "Mirovên demokrat û yên li paşeroja hevpar a vî welatî difikirin, nabe ku vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Weke ku bûyerên diqewimin nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welêt jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Heta ku neçareserî dewam bike, heta ku dînamîka şer zindî be wê Tirkiye her tim ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêzên global ve girêdayî be, hewcedarê wan be. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin.
 
Lewma em ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin.
 
Di deklarasyonê de ji bo çareseriyê çar made hatin destnîşankirin.
 
Di madeya destpêkê de HDP'ê bang li desthilatdariya AKP-MHP'ê û aqlê dewletê kir ku dest ji israra di şer de û polîtîkaya neçareseriyê berde. Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku Tirkiyeya pirsgirêka Kurd çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.
 
HDP'ê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê û hate destnîşankirin ku divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.
 
BANGA LI MUXALEFETÊ Û RAYA GIŞTÎ
 
HDP'ê di xala duyemîn a deklarasyonê de destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî, ji ber ku meseleya Kurd meseleyeke jiyanî ye ku nabe ji însafa desthilatdarî û dewletê re bê hiştin. Di vê çarçoveyê de hate gotin, "Partiyên muxalefetê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibîne."
 
Di xala sêyemîn a deklarasyonê de hate gotin, "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka Kurdan û HDP'ê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP'ê rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin bixebitin.
 
'ALIYÊN MESELEYÊ DIVÊ BI FEDAKARÎ TEVBIGERIN'
 
Di xala çaremîn de jî hate ragihandin ku di meseleya Kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDP'ê destnîşan kir ku ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.
 
'EM BI HEV RE DIKARIN BI SER BIXÎNIN'
 
Di beşa dawî ya deklarasyonê de hate gotin, "Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike.
 
HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin."

Sernavên din

01/09/2020
10:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:27 Li Stewrê operasyona eskerî
09:01 Bîlmez: Bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê dibe ku ji bo aştiyê bibe destpêkek
09:00 Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin
09:00 Di saniyeyekê de hezar û 800 lître bermayiyên qenalîzasyonan tevli Gola Wanê dibin!
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
07:40 Doktorekî din li Rihayê bi covît-19 mir
31/08/2020
22:33 Li Dêra Zorê êrîş birin ser serokê meclîsê
22:19 Ehmed: Me li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê nîqaş kir
21:53 Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kevok firandin
20:34 Koca: Hezar û 587 kesên din jî bi şewbê ketine
17:05 MSD`ê encama civîna bi wezareta Rûsyayê re aşkere kir
16:59 Çîçek ê hatibû îşkencekirin hat girtin
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin
13:33 ‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’
12:21 Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an
11:05 HDP dê sibê banga aştiyê li her aliyî bike
10:59 Rejîma Îranê 2 kolberên din jî bi giranî birîndar kir
10:47 Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket
10:02 Hejmara pêketiyên koronayê 25 milyon derbas kir
09:57 Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye
09:44 ‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e'
09:09 Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye
09:04 Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye
09:04 Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin
09:03 Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir!
09:03 Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin
09:03 Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN
29/08/2020
23:54 Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin
21:59 Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin
21:18 Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye?
20:50 Hezar û 549 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:40 Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin
16:29 Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe
16:21 Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin
15:57 ‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’
15:30 Li Bazîdê şer: 2 leşker hatin kuştin
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Yildirim dê heta 1’ê îlonê bisekinin
14:03 Nexweşiya Ali Kuş giran e
13:47 Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin
13:28 Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
13:21 Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir
12:57 Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin
12:48 Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn
12:22 Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
12:04 HDP’ê nivîskar Vedat Turkalî bibîr anî
10:47 Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke
10:31 Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin
10:12 Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike
10:11 Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan
09:04 Başaran: A ku Îpekê kuşt bêedaletî bû
09:03 Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan
09:03 Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne
09:03 Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'AN
07:51 Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir
07:42 Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef
28/08/2020
20:41 36 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:37 HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye
19:34 Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in
16:19 Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand
15:42 Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît
15:38 Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin