STENBOL - HDP li navçeyên Stenbolê di çarçoveya çalakiya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de civînên gel û serdanan pêk anî.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li navçeyên Gungoren, Esenyûrt û Umraniye civînên gel û serdana esnafan kir. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Mûsa Pîroglû û rêveberên HDP'ê civîn pêk hatin û serdana esnafan kirin. Di serdanan de ji bo çalakiya "xeleka aştiyê" ya 1'ê Îlonê banga beşdariyê hat kirin.