STENBOL – Meclîsa Ciwanan a HDP’a Stenbolê ragihand ku di hefteyek dawî de kesên xwe wek polîsan didin nasîn 3 endamên wan revandine û sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin.
Meclîsa Ciwanan a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê derbarê revandina endamên xwe û lêferzkirina sîxûriyê ya li ser endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci û ciwan beşdarî civînê bûn.
‘SEPANÊN SALÊN 90’Î NE’
Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci di civînê de axivî û diyar kir ku dewlet her cûre zextê li ser ciwanan pêk tîne û van sepanên lêferzkirina sîxûriyê û revandinê sepanên salên 1990’î tîne bîra wan û ew ê van sepanan qebûl nekin.
‘BILA WAN KESAN DERXIN HOLÊ’
Pişt re parlamenter Hasan Ozguneş axivî û da zanîn ku revandina hevalên wan ciwan metirsiyekî bi xwe re tîne û bang li dewletê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kir ku kî li pişt wan hebe bila derxin holê. Ozguneş got wê tu hêz nikaribe pişta siyaseta wan bişkîne û dê bibin şopdarê van bûyeran.
GEFAN LI WAN DIXWIN
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mûrat Yaşa anî ziman ku her cûre zext li ser endamên wan didomin û di hefteyeke dawî de 3 endamên wan ji aliyê kesên xwe wek polîsan didin nasîn ve bi darê zorê hatine revandin û sîxûrtiyê li wan ferz kirine. Yaşa got van kesên xwe wek polîsan didin nasîn gefa kuştinê li endamên wan dixwin û her wiha gefan li malbatên wan jî dixwin. Yaşa got ew ê li dijî vê polîtîkaya bi destê dewletê li dijî endamên wan pêk tê hin bêtir bixebitin û xwe birêxistin bikin.
HDP’yî dê mijarê bibin rojeva Meclîsê û gilî bikin.