NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserî cîhanê ji ber vîrûsa koronayê 846 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û hejmara pêketiyên koronayê jî 25 milyon derbas kir.
Malpera înternetê ya “worldometers” a ku daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) seranserî cîhanê berhev dike û belav dike, daneyên nû yên giştî eşkere kir. Li gorî malperê li tevahiya cîhanê ji ber koronayê 846 hezar û 792 kes jiyana xwe ji dest dane û 25 milyon û 170 hezar û 439 kes jî bi koronayê ketine.
Li Amerîkayê 6 milyon û 139 hezar û 78 kes, li Brezîlya 3 milyon û 846 hezar û 965, li Hîndîstanê 3 milyon û 542 û 733 kes, li Rûsyayê 985 hezar û 346 kes û li Perûyê jî 639 hezar û 435 kes, herî zêde li van welatan bi koronayê ketine û hejmara pêketiyan di rêza ewil de ye.