* Karkerên ku dest bi berjevkirina fisteqan kirine, rojê 11 saetan li ber tavê bi 70-100 lîreyî dixebitin.
* Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di 38 mehan de di bin navê "Tazmînata Hevsengiya Civakiyî" de bi milyonan pere daye 120 polîsên ku bi awayekî "demborî" ew dane peywirdarkirin.
* Der barê xwendekara Zanîngeha Egeyê Emîne Akbabayê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsî bi hinceta ku Akbaba tevli çalakiya protestokirina der barê kuştina Pinar Gultekînê de bûye hatiye destpêkirin.
* Lêpirsîna der barê mirina şivan Sertîp Şen ku bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da, 482 roj in hîn temam nebûye. Her wiha hemû serlêdanên parêzeran jî tên redkirin.
* Li Amedê 5 xizmên G.A. ya 21 salî tecawizî wê kirine û ducanî bûye. Lê belê çendî ku giliyê wan kiriye jî, der barê yekî jê de jî tiştek nehatiye kirin. G.A. ya ku gef lê hatine xwarin li stargehekê hatiye bicîkirin û zaroka ku aniye dinê jî jê stendine, dane malbateke parêzker.
* Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê careke din heqê avê biha kir. DÎSKÎ'yê par ji sedî 330 heqê avê biha kiribû û niha jî di navbera ji sedî 24-112 heqê avê biha kiriye.
* Ziyaretên heyeta KCD, HDP, DBP'ê ku duh li Bajarên Mêrsîn û Wanê berdewam kir îro dê li bajarên cuda bidome. (10.00-18.00)
* Danişîna doza Parêzera Doza Pirsûsê Sevda Çelik Ozbîngol ku 5 meh in girtî ye dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)
* Rêveberên HDP'ê dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser zextên li ser rêveberên HDP'ê dê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi boneya balê bikişîne ser çalakiyla Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal, dê li Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Koordînasyona Ji Parastinê re Azadî bi boneya balê bikişînin ser çalakiya parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal dê li pêş Nexweşxaneya Dr. Sadi Konuk a Bakirkoyê û Baroya Stenbolê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00/19.00)