AMED – Malbata Ramazan Gurkan û Ramazan Ûgûrlayan ên HPG'î cenazeyên lawên xwe ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê wergirtin.
Malbata Ramazan Gurkan û Ramazan Ûgûrlayan ên HPG'î ku di 9'ê Hezîranê de li navçeya Farqînê ya Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên lawên xwe ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê wergirtin. Hat hîn bûn ku malbata Ûgûrlayan wê cenazeyê lawê xwe li navçeya Bismilê û malbata Gurkan jî wê li gundê Xizginos ê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê veşêre.