ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê, Hasan Gun ê şivantî dikir hat kuştin
Li gundê Besuke ya li Çiyayê Gabarê ya girêdayî bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê, Hasan Gun ê şivantî dikir, ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat kuştin. Kuştina Gun ê 4 gule li benda wî ketin, piştî ku neviyê wî yê 8 salî yê pêre şivantî dikir çû gund û agahî da malbatê, derket holê.
Cenazeyê Gun ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.