ŞIRNEX -HDP’iyên pirsgirêk û daxwazên şifêrên TIR’an ên li Deriyê Sînor ê Xabûrê radiwestin guhdar kirin û banga çareseriyê li rayedaran kirin.
Pirsgirêkên şifêrên li Deriyê Sînor a Xabûrê ya dikeve navbera navçeya Sîlopî ya Şirnexê û Herêma Kurdistana Federe de dewam dikin. Ji ber rayedar karê derbaskirina ajokaran giran dikin, ajokar bêzar û tengav bûn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş û Hevserokê Navçeya Sîlopiya Kadîr Konur, ajokarên li ber deriyê sînor radiwestin ziyaret kirin û guhdarî pirsgirêkên wan kirin.
DAXWAZÊN ŞIFÊRAN
Şifêrên pirsgirêkên xwe anîn ziman, dûre daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“*Divê bihayên zêde yên aliyê din ê sînor bên daxistin.
*Mîna hemû welatên din, divê ser li sînor herareta mirovan bê pîvan, ji bo kesên herareta wan zêde testa koronayê bên kirin û bi lez necama testan bên aşkere kirin.
*Heya ku em derbasî aliyê din ê sînor bibin, divê ewlekariya canê me bê parastin.
*Divê rêbejahiyên di navbera Sîlopî û Cizîr, Sêrt û Şirnexê de, tavê bên çêkirin.”
‘EM LI GEL WENE’
Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş ê guhdarî pirsgirêk û daxwazên ajokaran kir, wiha got: “Li gelek deveran em pirsgirêkên ajokaran tînin ziman. Berê jî derbarê pirsgirêkên heyî de, me li Meclîsê civîna çapemeniyê li der xist. Me gelek pêşniyar pirs dan. Em ê li ser van pirsgirêk û daxwazên we, bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Em her tim ligel wene.”
Dûre hevdîtin bi lêxistina çepikan bi dawî bû.