Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive

  • rojane
  • 15:36 23 Tebax 2020
  • |
img

AMED -  Turk Telekomê, ji dayika 65 salî ya ku xwest xeta xwe ya telefonê bigire û tenê bi kurdî dizane re got, daxwaza xwe “An bi Tirkî yan jjî bi Erebî” bîne ziman. Dayika ku her du zimanan jî nizane, xeta wê ya telefonê ji ber vê sedemê nehat girtin.

Dayika 65 salî Fevziye Başaran a li Êlihê dijî, xwest xeta telefonê ya ku ji Turk Telekomê kirîbû bigire. Lê ji ber ku Başaran bi kurdî dizanîbû, ji wê hat xwestin ku daxwaza xwe yan bi Tirkî, yan jî Bi Erebî bîne ziman. Ji ber ku Başaran tenê bi kurdî dizanîbû, hewlda vê pirsgirêka xwe bi rêya wergervaniyê derbas bike. Lê destûr ji bo vê jî nehat dayîn. Nûnertiya Mişteriya Turk Telekomê, ji Başaran re got, “Ger tu dixwazî xeta te bê girtin, divê tu vê daxwaza xwe, yan bi Tirkî ya jî bi Erepî bînî ziman, nexwe emê nekarin xeta te bigirin.”  
 
TENÊ BI KURDÎ DIZANE
 
Kurê Başaran ê li Stenbolê dijî Omer Başaran, roja Pencşemê 20’ê Tebaxê, li Nûnertiya Mişteriyan a Turk Telekomê digere û dixwaze xeta telefonê ya bi kar tîne bigire. Turk Telekom, li ser vê yekê jê re  dibeje, ji ber ku xet li ser navê dayika te ye ew nikarin bigirin û ji bo karibin bigirin divê dayika te bi xwe me bigire. Omer Başaran ji Nûnertiya Mişteriyan re dibêje ku dayika wî tenê bi kurdî dizane, lê dîsa Turk Telekom jê re dibeje heya ku dayika wî daxwaz neke ewê nekarin xetê bigirin. Omer Başaran, li ser vê yekê roja Înê 21’ê Tebaxê, pismamê xwe yê li Êlihê dijî, dişîne gel dayîka xwe û jê dixwaze ku ji bo dayika wî wergervaniyê bike.
 
BI VÎNA XWE YA AZAD NE AXIVÎ!
 
Omer Başaran ji kurê apê xwe dixwaze ku tiştên ew bi tirkî dibejê, bila dayika wî dûbare bike. Lê Nûnertiya Turk Telekomê vê yekê jî, qebûl nake û dibeje, ji ber ku dayik bi vîna xwe ya azad neaxiviye vê daxwaza wan red dike. 
 
Başaran jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî vê yekê dan û di demekê kurt de bi hezaran kes piştgirî dan Başaran. 
 
‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ YÊ TIRKIYEYÊ TIRKIYE’
 
Omer Başaran ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî û derbarê bûyera di serê wî re derbas bû de wiha got: “Roja Pencşemê 19’ê Tebaxê ez li Turk Telekomê geriyam û min ji wan xwest ku xeta min bigirin. Gotin ewê bibin alîkar. Dûre ji min pirsa ‘Ev xet li ser navê teye kirin?’ Min jî got ev xet ne ya mine, ya dayika mine. Lê dayika min bi Tirkî nizane û li Êlihê dijî. Wan jî got ger xwediyê xetê bi xwe ne axive ewê nekarin xetê bigirin. Li ser vê yekê min telefon girt û li kurê apê xwe yê li Êlihê dijî geriyam. Min wî şand gel dayika xwe. Min jê re got dema tu çûyî gel dayika min li nûnertiya mişteriyên Turk Telekomê bigere. Tu bi Tirkî bi axive û bila dayika min jî ji wan re heman peyvan dubare bike. Ew jî wisan dikin. Dayika min gotinên kurê apê min dubare dike. Lê nûnertiya mişteriyan vê yekê qebûl nake û ji wan re dibêje; ‘divê dayika we bi vîna xwe ya azad bi axivî û Tirkî vê daxwaza bîne ziman.’ Ez dîsa geriyam û min ji wan re got dayika min bi tirkî nizane. Ew li Êlihê ye û ez li Stenbolê me. Ez xetê bi kar tînim. Min ji wan re got, ‘Dayika min kurdî dizane, piştî vî temenî wê ma wê fêrî Tirkî bibe.’ Li ser vê ji min re got, ‘Zimanê zikmakî yê Tirkiyeyê Tirkiye. Em bi Tirkî diaxivin û bi Tirkî hev fêm dikin.’ Ez jî hirs bû û min pirsa, ‘Wê demê çima anonsa we ya Erebî heye, ya Kurdî tuneye?’ kir. Vê carê jî gotin, ‘Ger dayika te bixwaze dikare bi Erebî biaxive, lê prosedurên Kurdî tuneye.’ Bi vî awayî ne xet girtin û ne jî ji me re bûn alîkar.”
 
30 MÎLYON KURD HENE 
 
Başaran, bertek nîşanî vê helwesta Turk Telekomê da û wiha got: “Divê em van hemû bûyerên wiha di çarçoveya polîtîkayên bişavtinê de bigirin dest. Gelo niha li Tirkiyeyê çend milyon Ereb hene? Niha tenê 3 mîlyon Ereb hene. Lê li Tirkiyeyê 30 mîlyon kurd hene. Dayika min 65 saliye. Ji ber ku di dema wan de dibistan tune bû, bi tirkî fêr nebû. Gelo şirketeke mîna Turk Telekomê nikare, wergervanekê bigire.?”
 
‘JI BER BERTEKAN LI MIN GERIYAN’
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî min bûyer li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekir, gelek kesan piştgirî dan min û bertek nîşanî vê bûyerê dan. Turk Telekomê li ser bertekan li min geriya û ji min lêbûrîn xwest. Min ji wan re pirsa, ‘Ger mirovên mîna dayika min li wan bigerin û bi Tirkî ne zanin, ewê çibikin? kir. Ji min re gotin, ‘ dibe ku prosedureke di vê mijarê de bê pêşxistin.’ Bi rastî min qet bawer nekir. Ji berê de tuneye, ma wê nû kan çêbikin?”
 
MA / Cahît Ozbek

Sernavên din

25/08/2020
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand