ÇEWLIG - Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr tevî endamên HDP'ê serdana esnafên bajêr, rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî kir.
HDP'iyan di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Çewligê serdana esnaf û welatiyan kir. Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr tevî endamên partiyê seredana Baroya Çewligê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetakaran, Egîtîm Sen û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Çewligê kir.
Di seredanê de Aydemîr û HDP'î bal kişandin ser aştiyê û di têkoşîna ji bo demokrasiyê de rol û rista saziyên rêxistina sivîl û rêxistinên pîşeyî.
Dû re HDP'î çûn navçeya Solxan û Kanîreşê û li van navçeyan seredana esnafan kirin.
Her wiha partiyî di seredanê de welatiyan vexwadin mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku tê payîn dê li Amedê bê lidarxistin.