MÊRDÎN – Gamze Aydin a ku 6 roj bûn li Qoserê agahî jê nedihat girtin, hat dîtin.
Li taxa Sanayî ya navçeya Qosera Mêrdînê Gmaze Aydin (19) a di 17’ê tebaxê de gotibû “diçim mala apê xwe” û pişt re agahî jê nehat wergirtin winda bûbû. Malbatê serlêdana windabûnê kir û li ser vêy ekê xebatên dîtina Aydin hat destpêkirin. Birayê Aydin, Ûgûr Aydin diyar kir ku polîs li wan geriyane û xwişka wî dîtine. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Aydin baş e.