ŞIRNEX - Li Sîlopiyê, 2 bankeyan ji ber di nava heftiya dawiyê de, 7 kesan di encama vîrûsa koronayê de jiyana xwe ji dest dan, şaxên xwe heya demekê girtin.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di rojên dawî de pêktiyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) zêde bûn. Ji 17’ê Tabaxê heya niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Denîzbankê û Îş Bankê ji ber vê şaxên xwe yên li navçeyê ji bo demek kurt girtin.
Hat îdîakirina ku Qeymeqamê Sîlopiyê Can Kazim Kûrûca û parazvanên wî jî, ji ber gumana şewba vîrûsa koronayê di karantînayê de ne.