SÊRT – Li Sêrtê Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP’yî Hatîce Tay û Sabrî Basût di nav de 8 kes hatin girtin.
Li Sêrtê di 19’ê tebaxê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat destpêkirin, Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP’yî Hatîce Tay û Sabrî Tay, her wiha welatiyên bi navê Bahrî Beştaş, Fayik Taş, Hayrettîn Batûr, Îdrîs Îlhan, Medenî Aydin û Zekî Erdemcî hatibûn binçavkirin. Kar û barên îfadeyên li emniyetê bi dawî bû û ew birin Edliya Sêrtê.
Dozger û dadger bi îdiaya ev her 8 kes “endamên rêxistinê ne” da girtin û ew şandin girtîgehê.