Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye

  • jin
  • 09:04 22 Tebax 2020
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ew ê di serdema nû de li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan, giraniya xwe bêtir bidin ser xebatên rêxistinbûyînê û got: "Em ê bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê, bêtir birêxistin bikin." 

 
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, şideta li ser jinê, hedefgirtina Peymana Stenbolê û nexşerêya serdema nû ya Meclîsa Jina ya HDP'ê nirxand. 
 
Başaran, diyar kir ku di hemû qadên jiyanê de êrîşên li ser jinan zêde bûne û got, di serdemeke wiha de kampanyaya "Têkoşîna jina li her derê ye" bi rê ve birine û got: "A rast ji ber vê li dijî qanûnên ku dixwazin jinê di malê de asê bikin, diyar kir ku fabrîke jî û kuçe jî qdaeke têkoşînê ye û divê neyê terkirin û di vî warî de me kampanyayek da destpêkirin. Me kampanyaya xwe ji bo mehekê amade kiribû." 
 
‘ME XWEST EM WÊ HÎSA TENÊTIYÊ BIŞIKÎNIN' 
 
Başaran, anî ziman ku di pêvajoya kampanyayê de hin çalakî li dar xistine û bi kampanyayê xwestin hîsa tenêtiyê ya xwe li jinê girtibû bişikînin. Başaran got: "Her wiha me dît ku bê jin çi qasî afirîner in. Di çalakiyên xeleke morî de ji hêlekê ve bi hesta parastina tenduristiya xwe û mafên xwe, li hêla din jî bi afirîneriya xwe tevgeriyan. Me li pênc herêman meş li dar xistin. Me çalakiyên ji bo peydakirina hayjêxwebûnê û şikênandina hîsa tenêtiyê li dar xistin. Dikarim bibêjim ku jixwe di dema pandemiyê de jin pir di malê de mabûn, lê me careke din jî dît ku bê kuçe çi qasî girîng e. Ev kampanya bandoreke perperokê afirand û bû sedema destpêkirina hin kampanyayên din." 
 
‘DERDÊ ÎQTIDARÊ JIN IN' 
 
Başaran, bal kişand ser hedefgirtina Peymana Stenbolê jî û got: "Jixwe derê îqtidarê ne parastina jina ye. Jixwe îdiayeke wan a ku pergalake wekhev ava bikin tuneye. Tim û tim bi malbatê ve girêdidin. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de pênaseya 'malbat-bavkaniyê' kir. Bi ya min divê mirov li ser vê pênaseyê bisekine." 
 
‘PEYMANA STENBOLÊ DESTPÊKEK E' 
 
Başaran, diyar kir ku Peymana Stenbolê bi awayekî fiîlî pêk nehatiye û niha jî bi awayekî fermî tê xwestin ji holê bê rakirin. Başaran, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji ji meseleyeke qanûnî wêdetir meseleyeeke bîrdoziyî ye û got: "Îqtidar, bîrdoziya xwe birêxistin dike. Dixwaze bendên li ber bîrdoziya xwe hemûyan hilweşîne. Yek ji vana jî Peymana Stenbolê ye. Jin jî hay ji vê hene û jin jî dizanin ku dê Peymana Stenbolê bibe destpêkek." Her wiha Başaran, diyar kir ku piştî Peymana Stenbolê vê carê jî dê Peymana Jiholêrakirina Hemû Cihêkariyên Li Dijî Jinê (CEDAW) têkeve rojeva îqtidarê.
 
‘GAVA KIRYAR BIUNÎFORMA BE PÊŞIYA HEMÛ MEKANÎZMAYAN TÊ GIRTIN' 
 
Başaran, destnîşan kir ku taciz û tecawizên her diçe zêde dibin stratejiyeke şerê taybet a çanda îqtidarê ye û got: "Bi salan e tecawiz wekî amûreke şer tê bikaranîn. Em mînakên wê yên li Tirkiyeyê dibînin. Salên 90'î, pêvajoya dorpêçkirin. Herî dawî em li Şirnex û Batmanê bûn şahid. Bi rojane mirov dengê xwe bilind dikin, lê gava kiryar biunîforma be behane tên nîşandan. Gava biunîforma be pêşiya hemû mekanîzmayan tê girtin. Jixwe gava jin ji aliyê kesên ku hêza dewletê ne li pişt wan e tên îstismarkirin, tacizkirin û bi şidetê re rû bi rû dimînin hemû derî li ser wan tên girtin. Li hêla din jî hewldanine sergirtina bûyerê heye. Ev aşkerebûna siyaset tê kirin bixwe ye. Gelek bûyerên ku em pê nizanin hene. Çend bûyerên ku em pê nehasiyane û bi gefaxwarinan hatine tepisandin hene? Gulîstan Dokû ev demeke dirêj ewinda ye. Ma qey ev tesaduf e? Teşwîqkirineke bi polîtîkaya bêcezatiyê heye. Loma divê tevgerên jinan ên Tirkiyeyê jî bertekeke kolektîf nîşan bidin." 
 
Her wiha Başaran, ji bo nivîsa Gultan Kişanakê ya ku ji HDP'ê re şandibû û gotibû "A dikeve ser milê HDP'ê divê li dijî serdestiya mêrî, têkeve nava lêpirsînek mezin û kampanyayeke dawerivandinê bide destpêkirin" got, ev nivîs ji bo wan nivîseke pir biqîmet e û nivîseke ku divê ew pirsa "Divê em çi bikin?" ji xwe bikin. 
 
‘EM Ê RÊXISTINBÛYÎNA XWE XURT BIKIN' 
 
Başaran, destnîşan kir ku dê Meclîsa Jina ya HDP'ê di serdema nû de ji bo xurtkirina rêxistinbûyînê bêtir bixebite û got. "Em baş dizanin ku hêza me ya herî xurt a xweparastinê, rêxistinbûyîna me ye. Em baş dizanin ku li dijî hemû êrîşan divê em xweparastina xwe pêk bînin û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Em ê hewl bidin ku bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê birêxistin bikin." 
 
 MA / Dîren Yûrtsever - Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

22/08/2020
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin