Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin

  • rojane
  • 15:14 20 Tebax 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – HDP’ê li Amed, Mêrdîn û Cizîrê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan û vê peyamê dan: “Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin.” 

Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman ser şardariyên Amed, Wan û Mêrdînê li Kolana Lîseyê ya li miqabilî Şaredariya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveber, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan daxuyanî dorpêç kir û pankarta “Qeyûm dizîkirina îradeya gel e” desteser kirin. 
 
'LÊ HÛNÊ QET NIKARIBIN VÎNA GEL DESTESER BIKIN’
 
Berdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Halîme Bayram daxuyanî xwend û got: “Di 19’ê Tebaxa 2019’an de carek din vîna gel desteser kirin. Em li dijî vê rejîma faşîst berxwedan û têkoşîna xwe didomînin. Dibe hûn avahiyên şaredariyan desteser bikin lê hûn qet nikarin vîna gel desteser bikin. Carek din vîna gel nehat nasîn. Em carek din destnîşan dikin ku em bi vê hişmendiya xwedî derketina vîna gel li cem xelkê xwe ne.”
 
Bayram piştî daxuyaniyê nameya Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê girtî xwend. 
 
QALA NELIRÊTIYÊN QEYÛMAN KIRIN 
 
Piştî xwendina nameyê Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren, Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen ku ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin derbarê nelirêtiya qeyûman de agahiyan dan. 
 
‘DIJMINANTIYA JINAN DIKIN’ 
 
Di dawiyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel axivî û diyar kir ku polîtîkaya tayînkirina qeyûman di heman demê de polîtîkaya dijminantiya jinan e. 
 
Piştî axaftina Guzel daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina diûrşman bi dawî bû. 
 
LICÊ Û ERXENÎ
 
Rêxistinên HDP’ê li navçeya Licê û Erxenî yên Amedê jî têkildarî tayînkirina qeyûman daxûyanî dan çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.
 
CIZÎR 
 
HDP’ê bi boneya salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman bi dûrişmeya “Em tev bi hev re li vîna xwe xwedî derkevin” li ber rêxistina HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.  Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên herêmê, hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Mesut Ûckac ve hat xwendin. 
 
‘HÛN NIKARIN VÎNA ME DESTESER BIKIN’ 
 
Ûckac da zanîn ku bi awayên bêhiqûqî şaredariyên wan hatin desteserkirin û şaredariyên wan xizmeta gel dikirin û got: “Em wekî gelê ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin, li hemberî vê feraseta faşîzmê  berxwedana xwe didomînin. Hûn dikarin avahiyên şaredariyê  bi darê zorê desteser bikin lê hûn ê tu carî nikarin vîna vî gelî hildin bin destê xwe. Bi vê hişmendiyê, em hemû hilbijartiyên navçeya Cizîrê careke din didin nîşandan ku em bi gelê xwe re ne."
 
HEZEX
 
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî li dijî salvgera tayînkirina qeyûman daxuyanî da û qeyûman şermezar kir. 
 
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî dan çapemeniyê û hêrsa li dijî qeyûman nîşan dan. Li vir jî hat gotin ku dê tu kes nikaribe vîna gel desteser bike. 
 

Sernavên din

22/08/2020
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin