Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'

  • rojane
  • 09:27 20 Tebax 2020
  • |
img

AMED -  Parêzera malbata Mercan Erkol a HPG’î ku di 16’ê mijdara 2017’an de jiyana xwe ji dest dabû, Havva Atli diyar kir ku zêdeyî salekê ye li gel encama DNA’yê ya Erkol bi encam bûye jî, bi hinceta di tese de "Zayenda cenaze ne diyar e' cenaze nadin malbate. 

Endama HPG'ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di 16'ê mijdara 2017'an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 3 sal in cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Her çiqas malbatê ket nava lêgerînê û hewl de cenazeyê keça xwe werbigire jî lê bêencam man. Parêzera Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û ya malbata Erkol, Havva Atli derbarê nedayîna cenazeyê Mercan Erkol de axivî. Atli bi bîr xist ku di tîrmeha 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo tespîtkirina perçeyên cenazeyên ku di yek gorê de hatine veşartin werin tespîtkirin nivîs ji Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye û wiha got: “Dozgeriyê xwestibû ku Laboratuvara Polîsan a Krîmînal encamê ji Fermandariya Cendermeyan a Amedê re bişîne. Dema me serî li Fermandariya Cendermeyan da ji me re gotin ‘tu encam ji me re nehatine şandin.’ Îdîakirina ku salekê zêdetir e encam ne diyar e, nîşan dide ku kirarên teslîm kirina cenazeyî çiqas bêbandor tê meşandin.”

‘PEYWÎRÊN XWE BICIH NEANÎNE’
 
Atli anî ziman ku ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê negihiştin tu saziyan û wiha axivî: “Di hezîrana 2020’an de me xwe gihand Mudûriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînalê. Wan jî got ‘encam derketiye û me ji Fermandariya Cendermeyan re şandiye.’ Pişt re em çûn Fermandariya Bajêr a Cendermeyan a Amedê lê gotin ‘tu belge nehatine vir û ji ber ku di nava salekê de personel tên guhertin tu belge xuya nakin.’ Di vir de tê xuyakirin ku cihên ku me serî lê dane pêywîrên xwe bicih neanîne û girtina cenaze bi dereng xistine. Dema ji aliyê muwekîlê xwe û malbata wî dinêrin astengîyek û eziyetek di holê de ye. Bi gelek caran min ji dozger re ragihand jî dîsa lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin. Bi pêvajoya pandemiyê dosya hatiye berterefkirin.”
 
‘XALÊN PEYMANA PMME’YÊ HATINE BINPÊKIRIN'
 
Atli da zanîn ku dema malbata Erkol, ji ber cenazeyê xwe negirtine nikarin şîna xwe jî bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî bi dehan serlêdanan, ji bo aqûbeta dosyayê were zanîn, lêpirsîneke bi bandor were kirin û cenaze demildest were dayîn me duh jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Mafê herkesê heye ku li gor edetên xwe û rûmeta mirovahiyê cenazeyê xwe defin bikin, şîna xwe deynin û xwedî gorekê bibin heye. Wekî din li gor Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) mafê veşartinê xistine bin parastinê. Tirkiyê jî ev peyman îmze kiriye. Bi îhlalkirina mafê mirovan lêpirsîneke bi bandor hatiye hedefkirin. Lê ev saleke zêdetir e li gel encama DNA’ya Mercan Erkol derketiye jî ji ber zayend ne diyar e cenazeyê wê teslîmî malbata wê nakin. Lêkolîna biyolojîk jî ev saleke nehatiye kirin. Li vir eşkere ye ku xala 3'yan a Qedexeya Îşkenceyê û xala 8'an Mafê Rêzgirtina Jiyana Malbatê û Jiyana Taybet ya PMME'yê hatine binpêkirin.”
 
GEŞEDANÊN DERBARÊ CENAZE DE 
 
Malbata Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) a HPG’î ku di 16’ê Mijdara 2017’an de li Pasûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû, piştî di 17’ê Adara 2019’an de nasname eşkere bû, ji wê demê heta niha  ketine şopa cenazeyê keça xwe, lê her carê bi hêcetek cuda cenaze radestî malbatê nehat kirin. Malbata Erkol, di adara 2019'an de serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê dabû. Fermandariya Cendermeyan malbata Erkol şandibû Pasûrê. Bavê Erkol, Hesin Erkol serî li Dozgeriya Pasûrê dabû û Dozgeriya Pasûrê jî Erkol şandibû Fermandariya Cendermeyan a Amedê. Fermandariyê ji bo testa DNA'yê Erkol şandibû Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û ji wir jî şandibûn Wanê. Çar meh şûnde Fermandariya Cendirmeyan li  Hesin Erkol geriyabûn û xwestibûn ku biçin cenazeyê xwe bigirin. Bav Erkol ji Wanê hatibû Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û çûbûn Goristana Yenîkoyê. Dema xwestin cenaze bigirin, vê carê bi hêceta 3 cenazeyên perçekirî bi hev re di gorekê de ne û cenaze tev li hev bûne, cenaze nedan malbate. Erkol, bêyî cenaze bigire dîsa vegeriyabû Wanê û serî li Şaxa ÎHD’ê ya Wanê dabû. Erkol herî dawî di 22'yê kanûna 2019'an  hatibû Amedê û xwest cenazeyê keça xwe bigire. Erkol bi rêya parêzer serî li dozgeriyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Dêrgûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) dabû. Cenazeyê Mercan Erkol hêj li Goristana Bêkesan a Yenîkoya Amedê ye û radestî malbatê nehatiye kirin. 
 
MA / Fahrettîn Kiliç 

Sernavên din

22/08/2020
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin