HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe

img
ENQERE - Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de hat diyarkirin ku desthliata AKP-MHP'ê bi şer û dagirkeriyê hewl dide li ser piyan bimîne. HDP'ê destnîşan kir, çareseriya Pirsgirêka Kurd bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.
 
Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamnameya civîna xwe ya ku 16'ê Tebaxê pêk anî, bi zimanên Kurdî û Tirkî eşkere kir.
 
Encamnameya civînê wiha ye:   
 
ENCAMNAMEYA CIVÎNA MECLISA PARTIYÊ YA 16’Ê TEBAXA 2020’AN
 
"Di dema şewbê de careke din aşkera bû ku pergala kapîtalîzmê di nav qeyraneke mezin de ye û nikare hebûna xwe bidomîne. Di vê dema ku qeyranên aborî, siyasî, ekolojîk, çandî û civakî her ku diçe kûrttir dibe de, her qeyranek bandorê li hev dike û encamên wan jî bi hev ve girêdayî ne.
 
Pergala kapîtalîzmê ji bo ku xwe ji vê qeyranê rizgar bike, her ku diçe zêdetir amûrên zext û zor û tundiyê bi kar tîne. Lîderên popûlîst ên rastgir û otorîter û amûrên tehdeyê yên netewe-dewletan her cure zordariyê li ser gelan ferz dikin û dixwazin wisa xwe ji wan qeyranan rizgar bikin.
 
Li dijî vê yekê, gel, jin, kedkar, bindest û ciwan îradeya xwe ya azadî û yeksaniyê her roj bi awayekî xurttir nîşan didin. Ji Rojhilata Navîn heta Amerîkaya Latîn û Behra Spî, ji Afrîkayê heta Ewropa û Amerîkayê, li her derê cîhanê berxwedana li dijî zext û tundiyê, didome. Di vê têkoşînê de gel wê bi ser bikevin, ew desthilatiyên kapîtalîst ên kedxwar ên ku dixwazin bi zextê li ser piyan bisekinin dê di rûpela reş û tarî ya dîrokê de bên qeydkirin.
 
DIXWAZIN BI ŞER Û DAGIRKERIYÊ LI SER PIYAN BISEKININ
 
Di nav vê qeyrana navneteweyî de desthilatiya tekparêz û otorîter a li Tirkiyeyê jî ji bo berdewamkirina desthilatiya xwe, wekî her caran şer, dagirkerî û talanê didomîne. Li hindur piştî ku maseya Dolmabahçeyê hat xerakirin, plana “têkşikandinê” ya berê hatibû amadekirin kete meriyetê û cardin pêvajoya şer hat destpêkirin. Di vî şerî de hemû dewlemendî û çavkanî ji bo şer hatin dabînkirin û erdnîgariya Kurdan hate şewitandin. Her wisa şer ne tenê li hindur, li derveyî Tirkiyeyê jî hat gurkirin û hemû qaydeyên navneteweyî tên binpêkirin ji bo ku konsolidasyona navxweyî bê kirin.
 
Bi taybetî di pêvajoya dawî de, ev desthilatî çiqas qeyranên wan ên navxweyî kûr bibe, ewqas destê xwe dirêjî der û deverên din jî dike. Lewma jî li Egeyê û li Behra Spî ragêşî û pevçûnan xurt dike û pêkvejiyana gelan dixe xetereyê û li şûna dîplomasiyê zimanê şer û êrişkariyê bi kar tîne. Li aliyekî dibe parçeyekî pevçûna di navbera Azerbaycan û Ermenistanê û li aliyê din cîhadiyên ku ji Sûriyeyê kom dike dişîne Lîbyayê û li pey armancên Neo-Osmanî û emperyal dikeve.
 
Armanca me ya nîhaî ew e ku em li dijî van polîtîkayên şer û wêrankirin û pevçûnê bisekinin û ji bo aştiyê têkoşîneke hevpar ava bikin.
 
JI BO PIRSGIRÊKA KURD PÊDIVÎ ZÊDETIR BI ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HEYE
 
Di nav vê qeyrana kapîtalîzmê ya gerdûnî û rengvedana wê ya li devera me de ku bi şer û pevçûn û koçberkirin û dagirkeriyê hatiye hilweşandin, tenê çareseriya demokratîk û adil a pirsgirêka Kurd dikare Tirkiye û Rojhilata Navîneka Demokratîk ava bike. Çimkî Kurd hem di warê cografîk, hem di warê siyasî û hem jî di warê stratejîk de li navenda Rojhilata Navîn in û hemû pirsgirêkên li deverê hema hema bi pirsgirêka Kurdan ve girêdayî ye.
 
Li Rojhilata Navîn rejîmên ku tundiyê diafirînin û îxracî deverê dikin, dixwazin pirsgirêka Kurd jî bi zext û zorê çareser bikin. Lê rewşa Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd li temamî deverê bingeha jiyana demokratîk e. Ev yek beriya her tiştî bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ve girêdayî ye ku pêkanîna aştiyê li ser vî esasî ye. Çimkî pergala ku li Îmraliyê tenê ji bo Birêz Ocalan hatiye avakirin, îro li temamî Tirkiyeyê û li ser gelên herêmê hatiye belavkirin û bûye pergaleke faşîst. Desthilatiya otorîter, populîst, li deverê tecridê, cudakariyê, binpêkirina mafên mirovî û reftarên derhiqûqî esas digire vê yekê dike rêbazeke birêvebirinê û rejîmeke faşîst ava dike. Her wisa daxuyaniya derengmayî ya CPT’yê ku piştî serdana Îmraliyê dabû, vê Pergala Îşkence û Tecrîdê ya Îmraliyê teyîd û aşkera dike. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, dixwazin rê li ber bandora wî ya li ser gelan û hewldana wî ya ji bo çareseriyeke demokratîk û pêkanîna aştiyê bigirin. Lewma jî têkoşîna li dijê vê rejîmê û li dijî Pergala Îmraliyê, îro erkeke sereke ya hemû hêzên demokratîk û şoreşger e.
 
Em ji tecrûbeya xwe ya dîrokî îro baş dizanin ku pirsgirêka Kurd tenê bi daxuyaniyan û bi soz û gotinan nikare bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke dîrokî, civakî ye, lewma jî çareserkirina wê jî bi pêşxistina projeyên çareseriyê, bi wêrekî, bi berxwedaneke li dijî rejîma zordar dikare bê çareserkirin. Em wek HDP berpirsyariya xwe dizanin û amade ne ku bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em hemû rîsk û zehmetiyên vê pirsgirêkê baş dizanin. Lewre jî, em dubare ji raya giştî re radigihînin ku em hemû hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd erênî dibînin û bi xwe jî amade ne û dikarin rola xwe bilîzin. Her wisa em bangî hemû aktorên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û temamî raya giştî dikin da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rola xwe bilîzin û înîsiyatîfê wergirin.
 
Di pêvajoya şewbê de rewşa aborî ya gelên Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe. Encamên pandemiyê bandora xwe zêdetir li ser aboriya gelan dike. Rejîma Serayê ji bo ku ev tabloya xizaniyê dernekeve holê, rojevê bi mijarên portatîf diguherîne ku bêkarî, xizanî neyê dîtin, neyê axaftin. Heta bi îstatîstîkan dixwaze vê rewşê berovajî bike, lê rewşa hatiye wê radeyê ku êdî nikare bi tu tiştî bê niximandin. Desthilatî û sermaye wek her tiştî pandemiyê jî wek “Xêra Xwedê” dibîne û kedkaran di şertên dijwar de wek kole dide xebitandin, di kampan de kar û xebatê li ser wan ferz dike. Ji bo alîgirên xwe, ji bo berjewendiyên sermayedaran tenduristiya gel tê îxlalkirin û riyên hovane tên ceribandin.
 
Ev pergal alîgirên rejîma Serayê û sermayedaran dewlemend dike, ji % 99’ê gel xizan û mihtac dike. Li dijî vê pergalê riya çareseriyê ya esas a rizgariya gelan, têkbirina desthilatiya AKP-MHP’yê û hilweşandina nîzama kedxwariyê ya neolîberal e. Îro bi awayekî lezgîn, divê bêkarkirin bê qedexekirin, daxwaza destûra bi destheq bê qebûlkirin û dahata nîzamî/mehane ji bo her kesê ku ketiye ber lepê pandemiyê û di rewşeke zehmet de ye bê misogerkirin. Em dizanin ku xizanî û bêkarî ne qeder e, ev encamên pergala kapîtalîzmê û polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’yê ne.
 
Li dijî vê qeyrana aborî û pirsgirêkên siyasî, çandî, ekolojîk, civakî, li dijî şer û pevçûnê, riya çareseriyê ya yekane em HDP ne. Em ê bi feraseta xwe ya ku xwe dispêre hilberînê û yeksaniyê esas digire, van qeyranan çareser bikin. Em ê aboriya gelan a li ser esasên hilberandin û birêvebirinê ava bikin.
 
PEYMANA STENBOLÊ XETA ME YA MOR E'
 
Li dijî feraseta desthilatiyê ya ku tundiya li ser jinê teşwîq dike, em wek pergala xwe ya hevserokatiyê, Peymana Stenbolê jî ji xwe re wek “xeta mor” dibînin. HDP partiyeke jinan e. Hem di nav partiyê de hem jî li her cihê ku em lê dijîn, em têkoşîna yeksanî û azadiyê ya jinan diparêzin. 
 
Em ê li dijî pratîkên tundî û zext û zorê ya desthilatiyê, berxwedana HDP’yê bilind bikin. Çawa ku em xwedî li hemû destketiyên jinan derdikevin, em ê piştgiriya Peymana Stenbolê jî bikin û bi îradeya xwe têkoşîn û berxwedana jinan biparêzin. Em desthilatiyê hişyar dikin ku bila ji niyet û emelên xwe yên qirêj ên li dijî Peymana Stenbolê biterikîne!
 
Her wisa, em ê hem di nav feraseta dewletê de, hem di nav nêzîkatiya desthilatiyê de hem jî di nav xwe de li dijî vê hişmendiyê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Ev rêgez, bingeha hebûna me ya siyasî ye û berpirsyariya me ya li dijî dîrok û gelên me ye. Helbet ev feraseta mêrane ya bi salan, wisa bi hêsanî nikare bê tunekirin. HDP di nav xwe de jî vê yekê wek qadeke têkoşînê dibîne û di her qadên partiyê de jî dê rê nede ku ev çand, ev nêzikatî bi pêş bikeve, belav bibe.
 
Partiya me piştevanê jiyana azad û yeksan e û dê bi perspektîfa “Jin Jiyan Azadî” li Tirkiye û cîhanê têkoşîna li dijî hişmendiya mêrane bilind bike.
 
EM NE BERJEWENDIYÊN ŞÎRKETAN, EM TENDURISTIA GEL DIPARÊZIN
 
Gelên Tirkiyeyê îro bi qasî gefa vîrûsa koronayê, her wekî din di bin xetereya polîtîkayên AKP-MHP’yê yên ku tenduristiya gel esas nagire û tenduristiyê wek bazirganiyê dibîne de ye. AKP-MHP, nikare bi encamên tenduristî, aborî, civakî re serederiyê bike û bi ser navê “normalîzasyonê” ne tenduristiya gel lê berjewendiyên sermayedaran diparêze. AKP-MHP rê li ber belavbûna vîrûsa koronayê nagire. Guh nade pêşniyaz û hişyariyên kedkarên tenduristiyê û bi awayekî şefaf vê pêvajoyê bi rê ve nabe, rastiyan ji gel vedişêre û her ku diçe nikare serederiyê bi belavbûn û encamên pandemiyê re bike. Lewma jî tenduristiya gel dixe bin xetereyê û ewlehiya jiyînê ya kedkarên tenduristiyê misoger nake.
 
Li dijî şewbê, jiyana me hemûyan bi hev ve girêdayî ye! Em çiqas xwe biparêzin, em ê ewqas civakê biparêzin. Em ji gelên xwe re dibêjin ku werin EM BI HEV RE tedbîrên xwe bigirin, torên xwe yên piştgirî û piştevaniyê ava bikin û tenduristiya xwe, siheta xwe biparêzin. Divê desthilatî mafê tenduristiyê û debara gel misoger bike. Divê ne li gorî berjewendiyên sermayedaran û şirketan, li gorî tenduristiya gel tevbigere û xizmetên tenduristiyê yên bêpere, yeksan û bi zimanê dayikê ji bo her kesî qebûl bike û bi cih bîne.
 
EM Ê MAFÊN XWE YÊN HATINE DESTESERKIRIN Û AZADIYA XWE BI DEST BIXIN
 
Desthilatî çiqas nikaribe bi rê ve bibe ewqas zext û zora xwe zêde dike, esasên hiqûqî binpê dike û normên gerdûnî nas nake. Hemû daxwazên demokratîk û mafên bingehîn bi riyên antî-demokratîk tên tepeserkirin û dewleteke polîsan tê avakirin. Ev tifaqa faşîst, ji bo bekaya desthilatiya xwe Baro, Ode û Sendîka jî di nav de, êrişî civaka sivîl dike.
 
Desthilatî her dewlemendiya welatê me û deverê pêşkêşî şirketên alîgir dike û hemû çavkaniyên sererdê û binerde talan dike. Der û deverên ku bi hezar sal in li ser piyan mane, îro ji aliyê desthilatiyê ve tên wêrankirin. Desthilatî rewşa şewbê ji xwe re wek fersendekê dibîne.
 
Li dijî vê rewşê HDP dê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bernede û tu qadên demokratîk dê neterikîne. Partiya me mafê her zindiyê ku li wî welatî dijî diparêze û têkoşîna ekolojîk û talana li ser dewlemendiyên me ji xwe re wek bingeha hebûna xwe ya siyasî dibîne.
 
EM Ê QEYÛMÊN DAGIRKER Û ZÎHNIYETA DAGIRKER A LI PIŞT WAN TU CARÎ QEBÛL NEKIN
 
Îro şaredariyên me bi rejîma qeyûman tên birêvebirin. Em dibînin ku di yekemîn salvegera dagirkeriya qeyûman de êdî ev pergal bûye pergaleke îdarî û li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin. Di nav salekê de, hemû reftarên rejîma Serayê, mafên hemwelatiyê yên gelê Kurd bi awayekî fîîlî nas nake û binpê dike. Zimanê Kurdî, çanda Kurdî û nasnameya Kurdî û statûya wê nayê qebûlkirin û mafên jirêzê yên gelê Kurd bi awayekî aşkera tê binpêkirin. Îro bi awayekî aşkera, mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd hatiye xesbkirin.
 
Salek berê şaredariyên me yên ku bi îradeya gelê me hatibûn hilbijartin, ji aliyê desthilatiya siyasî ve hate dagirkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Lê em îro dibînin ku ew qeyûm şaredariyan talan dikin û bi skandalên gendeliyê tên rojevê. Qeyûmên ku li şûna îradeya gel hatine tayînkirin, tên parastin, gendeliyên ku derbarê wan de derketin meydanê wek “propagandaya rêxistina terorî” tê tawanbarkirin. Lê em îro dibînin ku rezaletên wan û reftarên wan aşkera bûne û loma desthilatî mecbûr maye ku qeyûman li qeyûman tayîn bike.
 
HDP, xwedî li îradeya sindoqan derdikeve û berpirsyariya xwe ya li dijî îradeya gel a ku ji sindoqan derketiye baş dizane. Em qeyûmên dagirker û feraseta li pişt wan qebûl nakin û em ê tu carî qebûl nekin û em ê bi riyên hiqûqî her tim hesabên van reftaran ji wan bipirsin.
 
EM 1'Ê ÎLONÊ BI ŞIYARA 'LI DIJÎ ŞER AŞTÎ, LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADÎ' PÊŞWAZÎ DIKIN
 
Me hêvî bi Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk mezin kir û em wê hêviyê di 1’ê Îlonê de tînin qonaxeke nû.
 
Li dijî êrişên kapîtalîzmê û hêzên otorîter ên li devera me, em hêviya aştiyê gur û geş dikin. Em ê têkoşîna demokratîk bilind dikin û di 1’ê Îlonê de bi şîara “li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî” pêşwazî dikin û wê bi Meşa Demokrasiyê û Hevdîtinên Demokrasiyê ve dikin yek.
 
Dem dema xurtkitina têkoşîna demokratîk, dem dema bihêzkirina têkoşîna jiyaneke yeksan û avakirina aştiyê ye. Dem dema ronîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn a bi meşaleyên aştiyê ye.
 
Mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, bajar bi bajar… Em bangî hemû gelên xwe dikin: Werin em zincîra aştiyê ava bikin û bi meşaleyên aştiyê BI HEV RE têkoşîna xwe bilind dikin."

Sernavên din

19/08/2020
12:36 Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê
12:25 Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir
10:51 Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê
10:35 Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan
10:07 Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin
09:32 Cenazayê Î.E. di bin dorpêça polisan de hat definkirin
09:04 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin
09:02 Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn
09:01 Serokê Vansporê ji bo çend qurîş pere HDP'ê sûcdar kiriye
09:01 DMME'yê der barê pankarta 'Ciwan ber bi HPG'ê ve' de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
07:30 Dayika Aştiyê Halime Dilek spartin axê
18/08/2020
23:59 Îtiraza li dijî îadekirina îdianameya çawîşê pispor hat qebûlkirin
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 6 hezar û 16
19:27 Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Kaya hat berdan
19:19 KESK: Endam û rêveberên me demildest berdin
16:38 Hashtaga #MusaOrhanTutuklansın hat vekirin
16:07 Hempîşeyên Tîmtîk û Unsal: Em naxwazin hemîşeyên xwe winda bikin
15:19 Ji SES’ê kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’
15:10 Daxwaza 'Bila Davutoglu di doza Pirsûsê de bê guhdarkirin' red kirin
14:37 Guven: Divê têkoşîn bê hevparkirin
14:23 430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin
13:43 Li Qoserê mirina bi guman a jinekê
13:20 Egîtîm-Sen: Binçavkiriyan berdin
13:05 Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin
12:56 İ.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kiribû jiyana xwe ji dest da
12:23 HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe
12:13 Di şerê navbera 2 gundan de kesekî jiyana xwe ji dest da
11:46 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
11:27 Wê HDP zîncîra aştiyê ava bike
11:08 Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand
10:31 Ji Banqaya Navendî pêngaveke din
10:21 Dayika Aştiyê Halîme Dîlek jiyana xwe ji dest da
10:14 Koçyîgît: Çavkaniya pirsgirêkên li welat polîtîkaya tecrîdê ye
09:30 Banga ji bo Rihayê: Li hemberî senaryoya xirab amadekarî
09:26 Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min
09:25 Li Colemêrgê 12 kes hatin girtin
09:21 Şert û mercên karkerên findeqan
09:17 Turfent û Ataman der barê Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn
09:10 Li sêpiyan tûrikan çêdike
09:08 Çopên eskerên di karantînayê de li derdorê belav bûne
09:04 Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Covîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin
09:02 Zilamê ku hevjîna xwe û keça xwe birîndar kir, gef li zarokên xwe xwar
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN
17/08/2020
21:30 Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê bi ser 250 hezarî ket
19:19 Heyeta KCD û DBP'ê li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kir
17:14 Li Şirnexê 5 kes hatin girtin
16:34 Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê hat binçavkirin
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin