Şert û mercên karkerên findeqan

  • rojane
  • 09:21 18 Tebax 2020
  • |
img
ORDÛ – Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo berhevkirina findeqan hatine navçeya Unye ya Ordûyê, li deverên ku av, tualet û serşok lê tunene dimînin. 
 
Bi hezaran karkerên demsalî yên ku her sal ji bajarên herêmê berê xwe didin Herêma Behra Reş, îsal jî piştî Edene, Mêrsîn, Tokat û Amasyayê ji bo berhevkirina findeqan hatine Ordû û Gîresûnê. Karkerên îsal hatine navçeya Unye ya Ordûyê, an li qeraxên rêya di konan de dimînin an jî di hundirê wesayîtan de. Her wiha li cihên ku lê ne jî av, tualet û serşok lê tunene. 
 
Karkerên hatine qada Kampê ya Çamlikê ya li Yalikoy a navçeya Unyeyê, piştî cendirmeyan ji wan re gotiye li cihê sereke yê kamê cih tuneye hatine vê herêmê. Hêleke kampê behr e, hêla din jî otoban e. Lewma ev yek ji bo zarokên biçûk cihê xetereyeke mezin e. Karkerên konên xwe li ser xîçê vedane, ava ku nizanin kû derê tê ji mecbûrî bi kar tînin. Her wiha li cihê ku lê ne tualet û banyo jî tuneye. 
 
Karkeran anî ziman ku 15 roj in li vê derê ne, lê belê hîn jî ji boo kontrolkirina tenduristiyê kes nehatiye.
 
Yek ji van karkeran jî Denîz Boz e. Boz, ji Semsûrê hatiye. Bozî anî ziman ku tevî 3 zarokên xwe, nevî û bûka xwe ji meha Sibatê ve ji warê xwe derketine. Boz, diyar kir ku piştî ku li Kizkalesî, Sûsanoglû, Atankent, Atayûrt, Sîlîfke û Erdemliyê xebitîne, vê carê hatine Unyeyê û bi roja ne di hundirê wesayîtan de radikevin. Boz, anî ziman ku biçin kû derê rayedar ji wan dipirsin "Hûn diçin kû derê biçin. Ma me gazî we kiriye?" û got: "Ez nexebitim ez ê çi bikim? Ji mecbûrî dixebitim. Li kû derê kar hebe ez li wê derê dişixulim. Heya berf dawiya salê em naçin bajarê xwe. Lê biçin kû derê jî cih nîşanî me nadin. Ji wir berê me didinw wir. Wekî pêlîstokekê bi me dilîzin." 
 
NEHATINE KONTROLKIRIN 
 
Boz, diyar kir ku li tu deverê tenduristiya wan nehatiye kontrolkirin û got, tenê carekê pakêteke paqijiyê dane û hew. Boz, anî ziman ku qet nehatine testkirin. Boz anî ziman ku ji bo mayînê konteyner û serşok xwestine û got, iştî findeqan vê carê jî ew ê ji bo pincara şekir biçin Çorûmê  û ji wir jî biçin Tokat û Amasyayê. 
 
‘EM NEXEBITIN DÊ EV KAR BI RÊ VE NEÇE' 
 
Behcet Îlkeler ku ji Bazarcixa Mereşê tevî 7 zarokên xwe pêşî çûye li Tokat, Sûlûsaray, Çamlibel û Kozakliyê xebitiye û dû re hatiye Unyeyê got: "Ji ber ku em karkerên bi çavekî din li me dinêrin. Heger em neşixulin dê ev kar bi rê ve neçin. Her kes daye dû nanê xwe. Ma em neşixulin dê ev zarok çi bikin?" 
 
Îlkeler, anî ziman ku piştî berhevkirina findeqan vê carê jî ew ê ji bo berhevkirina pîvazna biçin Çorûm û Kirşehîrê û got: "Zarokên me diçin dibistanê, rewşa me ya aborî enbaş e. Cihê em lê dimînin xirab e. Em ava ku em nizanin ji ku tê vedixwin. Tualet û serşok tunene. Lazmatiyên zarokên me hene. Bila ji bo lîstikan hin qad bên çêkirin Gava em dişixulin em zarokan li vê derê dihêlin. Nêzî behrê ye, em ji mecbûrî wan li vê derê dihêlin." 
 
MA / Tolga Guney 

Sernavên din

19/08/2020
12:36 Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê
12:25 Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir
10:51 Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê
10:35 Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan
10:07 Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin
09:32 Cenazayê Î.E. di bin dorpêça polisan de hat definkirin
09:04 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin
09:02 Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn
09:01 Serokê Vansporê ji bo çend qurîş pere HDP'ê sûcdar kiriye
09:01 DMME'yê der barê pankarta 'Ciwan ber bi HPG'ê ve' de Tirkiyeyê mehkûm kir
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2020'AN
07:30 Dayika Aştiyê Halime Dilek spartin axê
18/08/2020
23:59 Îtiraza li dijî îadekirina îdianameya çawîşê pispor hat qebûlkirin
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan bû 6 hezar û 16
19:27 Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Kaya hat berdan
19:19 KESK: Endam û rêveberên me demildest berdin
16:38 Hashtaga #MusaOrhanTutuklansın hat vekirin
16:07 Hempîşeyên Tîmtîk û Unsal: Em naxwazin hemîşeyên xwe winda bikin
15:19 Ji SES’ê kampanya ‘Karê ewledar pêşeroja ewle’
15:10 Daxwaza 'Bila Davutoglu di doza Pirsûsê de bê guhdarkirin' red kirin
14:37 Guven: Divê têkoşîn bê hevparkirin
14:23 430 xizmetkarên tenduristiyê li Amedê bi vîrûsa covît-19 ketin
13:43 Li Qoserê mirina bi guman a jinekê
13:20 Egîtîm-Sen: Binçavkiriyan berdin
13:05 Serokên baroyan serdana Tîmtîk û Unsal kirin
12:56 İ.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kiribû jiyana xwe ji dest da
12:23 HDP: Çareserî bi bidawîkirina tecrîdê dibe
12:13 Di şerê navbera 2 gundan de kesekî jiyana xwe ji dest da
11:46 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
11:27 Wê HDP zîncîra aştiyê ava bike
11:08 Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand
10:31 Ji Banqaya Navendî pêngaveke din
10:21 Dayika Aştiyê Halîme Dîlek jiyana xwe ji dest da
10:14 Koçyîgît: Çavkaniya pirsgirêkên li welat polîtîkaya tecrîdê ye
09:30 Banga ji bo Rihayê: Li hemberî senaryoya xirab amadekarî
09:26 Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min
09:25 Li Colemêrgê 12 kes hatin girtin
09:21 Şert û mercên karkerên findeqan
09:17 Turfent û Ataman der barê Covîd-19'ê de bi girtiyan re axivîn
09:10 Li sêpiyan tûrikan çêdike
09:08 Çopên eskerên di karantînayê de li derdorê belav bûne
09:04 Li Wanê rojê 800 kes bi gumana Covîd-19'ê serî li nexweşxaneyê didin
09:02 Zilamê ku hevjîna xwe û keça xwe birîndar kir, gef li zarokên xwe xwar
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2020'AN
17/08/2020
21:30 Hejmara pêketîyên Covîd-19'ê bi ser 250 hezarî ket
19:19 Heyeta KCD û DBP'ê li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kir
17:14 Li Şirnexê 5 kes hatin girtin
16:34 Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê hat binçavkirin
16:33 Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû
16:03 Ji ber parvekirina medya civakî hat binçavkirin
15:50 Karkerên Cargillê berxwedana xwe derbasî Stenbolê kirin
15:04 22 saetan li benda hatina dozger man
14:54 Li Ebexê şer: Cerdevanek hat kuştin
14:37 Miduriyeta Karên Civakî 3 xizmên xwe bi awayekê dijqanûnî girtin kar
14:16 Olûç û Beştaş daxwaza lêkolîna cînayetên karkeran kirin
14:11 Balafirên koalîsyonê eskerên Sûriyeyê bombebaran kirin
13:24 Aydenîz: Jehrkuja faşîzmê Ocalan û kurd in
11:26 HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye
11:15 Parêzera Karakaya û Akman ên di rojiya mirinê de: Daxwazên wan dikarin bên bersivandin
11:02 Akdogan ê ket avê jiyana xwe ji dest da
10:43 Dr. Yavîç: Dibe ku îstîfayên xebatkarên tenduristiyê zêde bibin
10:28 Rêxistinên Demokratîk rapora Girtîgeha Jinan a Amedê amade kirin:
Hin rojan bijîşk tune û îlacên şaş nivîsîn
10:11 Li Sêrtê kesên polisan ew binçav kiribûn hatin berdan
09:03 Li Vestelê bi zêdebûna pêketiyan re saetên xebatê yên karkeran jî zêde dibin
09:03 Buldan: Yên dixwazin kêşeya Kurd çareser bikin mecbûr in tecrîda li Îmraliyê bibînin
09:03 Darbeya Qeyûm a Duyemîn: Model têk çû
09:03 Parêzer Yûsûf Çakas: Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên sîstematîk in
09:03 ‘Bi êrîşa avzêman re tê xwestin rêxistinbûna civakê bê rûxandin’
09:03 Seferberiya erdhejê şert e: Di 21 salan de çi hat kirin?
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2020'AN
16/08/2020
20:57 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 5 hezar û 974’an
20:21 Davûtolgû serxweşî da Mîthat Sancar
18:31 Heyeta KCD û DBP’ê serdana malbata Gulistan Dokû kir
16:33 Hevserokê Ortaklar hat berdan
16:20 Meclîsa HDP'ê bi awayekê onlîne civiya
16:02 Komeleya Toroksê hişyar kir: Covît-19 ji kontrolê derdikeve
15:05 Li Şemrexê tundiya zilam: Li mala ku hevjîn û zarokên wî tê de bûn, gule barand
14:29 Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
14:19 Polisên Sêrtê 16 kes binçav kirin
13:36 Li Amedê, xebatkarekê nexweşxanê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:30 Ozsoy: Ji nûve gotina ‘Cîhan dijminê me ye' şima dike
13:25 Cenazeyê 2 zarokên di avê de xeniqîn hatin dîtin
12:23 Aydenîz: Erka me ewe ku em têkoşîna demokratik bilind bikin
12:20 Ji bo ku Tirkiye ji başûrê Kurdisatnê derkeve 50 hezar îmze hatin komkirin
11:33 Di qawîşa siyasetmedarên Kurd lê girtî de Covît-19 derket
10:55 Esker bi hinceta 'Ewlehiyê' darên gundiyan dibirin
10:33 22 kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin
09:20 Esnaf: Ku Tirkiye hildibe çima em dadibin
09:00 Piştî çend salan bi beyanên şahidê nepen der barê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 Kar û barê Edliyeya Edeneyê HDP ye!
09:00 Şahidên erdheja 1999'an: Heger tevdîr neyên girtin dê heman tişt îro jî biqewime
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2020'AN
15/08/2020
22:04 Li Rihayê bijîşkek ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:23 21 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:08 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin