STENBOL – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû, tevlî hewariya xwişka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bû û serxweşî dayê.
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû, tevlî hewariya xwişka Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Ayşe Sancar bû û serxweşî dayê. Serdana Davûtoglû, li mala dayika Sancar a li taxa Yayla ya navçeya Bahçelîevlerê pêk hat û hevjîna wî jî pê re bû.