AYDIN - Hevserokê HDP'ê yê navçeya Ortaklarê Tekîn Erîklî, hat berdan.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Ortaklar a Aydinê Tekîn Erîkli duh di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Aydinê bi rêve bir de hatibû binçavkirin. Erîkli piştî li Midûriyeta Polîsan a Aydinê îfade da, sewqî edliyê hat kirin. Dozger bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" îfadeya Erîklî girt û dûre sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgeha nobedar derbarê Erîklî de biryara şertê kontrola edlî da û serbert berda.