NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 kesên din bi vîrusa corona (Covît-19) ketin. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 22 kesên din bi vîrusê
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyand ku li bajarê Hesekê ji ber Koronavîrusê kesekî jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 22 kesên din bi vîrusê ketine û kesê jiyana xwe ji dest daye 83`ê salî ye.
22 kesên ku bi koronayê ketine li van herêman in: Li Hesekê 5, li Qamişlo 7, li Dêrikê 4, li Rimêlan 1, li Şehbayê 5 kes bi vîrûsê ketine. Mistefa da zanîn ku kesên bi vîrusê ketine 16 mêr û 6 jin in, 4 kes baş bûne û bi vê yekê hejmara baş bûne gihaşt 21`ê. Hejmara kesên bi vîrusê ketine bi giştî gihîşt 204 kesan û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.