DUZCE – Li Duzceyê 95 karkerên ku ji bo berhevkirina findiqan ji herêmê hatibûn, kirin qarantînayê.
Karkerên demsalî yên ku ji bo berhevkirina findiqan ji herêmê çûne Duzceyê, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de di kontrolkirina tenduristiyê re hatin derbaskirin. Di encama kontrolê de 95 karkerên ku testên wan pozîtîf derketin kirin qarantînayê.