ŞIRNEX – Polisan, li navçeyên Elkê, Hezex û Silopyayê bi ser malan de girt û 5 kesan binçav kir. Li bajar di 2 rojên dawîn de hejmara kesên hatine binçavkirin derket 14 kesan.
Polisan, li navçeyên Elkê, Hezex û Silopya yên Şirnexê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan 5 kesan binçav kir. Li Elkê polisan welatiyê bi navê Ramazan Cîn binçav kir û xwestin welatiyê bi navê Sekvan Cîn jî binçav bikin lê ji ber ne mala xwe bû, nehat binçavkirin.
LI HEZEX Û SILOPYA 4 BINÇAVKIRIN
Li Hezexê jî polisan welatiyên bi navê Alî Ul û Îhsan Olgar binçav kirin. Li Silopyayê jî welatiyên bi navê Sabrî Ormanli û Îsmaîl Kûrtay binçav kirin. Polisan kesên binçavkirî birin miduriyetên polisan ên navçeyan.
Li bajar duh jî polisan hin kesan binçav kiribûn. Bi binçavkirinên îro re di nav 2 rojan de li bajara hejmarê kesên binçavkirî derket 14 kesan.