DÎLOK- Walîtiya Dîlokê, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, ji bo 15 rojan çalakî û bernameyên li bajêr bên lidarxistin qedexe kir.
Walîtiya DÎlokê, bi hinceta zêdebûna pêketiyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li bajêr zêde bûne, heya 15 rojan çalakî û bernameyên bên lidarxistin, qedexe kir. Hat diyar kirin ku qedexe wê heya 30’ê Tebaxa 2020’an dewam bike.