404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst

  • rojane
  • 09:03 15 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - 404 welatiyên ji bo danezana 101 Porspiyan gotin "Me dengê wan bihîst" û bi van gotinan piştgirî dan danezanê: "Welat bi lez û bez ber bi tarîtiyê ve diçe. Tekane şertê xelasiya ji vê tarîtiyê ew e ku derdorên muxalif hemû li hev kom bibin." 

Di 21'ê tîrmehê de, rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û hunermend jî di nav de 101 Porspiyan danezanek parve kiribûn û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kiribûn. Piştî 101 Porspiyan 404 welatî jî piştgirî dan danezanê. Ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, hunermend Ferhat Tûnç û civaknas Ferhat Kentel ku piştgirî dan danezana 101 Porspiyan, bal kişandin ser girîngiya bangawaziyê.

 
FERHAT TÛNÇ: BI ZIMANÊ NEFRETÊ BERBERÎBÛN 
 
Hunermend Ferhat Tûnç, anî ziman ku Tirkiye ji demokrasî û hiqûqê dûr ketiye û got, bi destê îqtidara heyî azadî hatine binpêkirin û daxwazên ji bo azadiyê jî bi şidet û zextê hatine astengkirin. Tûnç, bilêv kir ku îqtidar bi zimanê kîn û nefretê berberîbûn xistiye nava civakê û ji bo rêveberiya heyî got, "dîkatorî" ye. Tûnç, diyar kir ku lewma bangawaziya 101 Porspiyan pir girîng e. 
 
Tûnç, diyar kir ku hişyariyên porspiyan hişyarîne ku her kes dikare piştgiriyê bide wan û got, porspî li dijî rewşa xirab a welêt li areyekê digerin û wan jî piştgirî daye vê lêgerîna ji bo çareseriyê. Tûnç ku di nav 404 welatiyên destek dan porspiyan de cih digire, anî ziman ku wan jî bi vê piştgiriyê ragihandiye ku 101 Porspî ne bi tenê ne. Tûnç got: "Danezana porspiyan pir girîng, lê divê em rê û rêbazine ji vê wêdetir bibînin. Çimkî welat di rewşeke wiha de ye ku bêhnê nastîne. Welat zûzûka ber bi tarîtiyê ve diçe. Tekane şertê xelasiya ji vê tarîtiyê ew e ku derdorên muxalif hemû li hev kom bibin." 
 
KENTEL: ME DENGÊ PORSPIYAN BIHÎST 
 
Civaknas Ferhat Kentel jî anî ziman ku ji ber pêkanînên rêveberiya otorîter êdî civak nikare bêhnê bistîne. Kentel, diyar kir ku ên dixwazin bêhnê bistînin ji aliyê "Porspiyan" ve hatine bilêvkirin û got: "Porspî, gazî me kirin. Me jî dengê wan bihsît. Û me got, heya ji destê me bê em en dengê wan ragihînin. Divê dengên bi vî rengî berbelav bibin. Di serdemeke ku dor li çapemeniyê hatiye tengkirin û bûye monopol, mirov nikarin dengê xwe ragihînin. Tenê bi saya medyaya civakiyî dikarin ragihînin. Îjar gava em vî dengî belav bikin û alîkariyê bikin wê ji bo welatê me bibe cihê tiştên baş." 
 
UNSAL: ME GUH LI DENGÖ WAN KIR 
 
Jı avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal jî, anî ziman ku porspiyan rewşa heyî ya welêt dahurandiye û ji bo pêşî li ber vê rewşa xiran bê girtin danezanek parve kirine. Unsal got: "Gava em li 101 Porspiyan dinêrin, kesên wekî romanûsê me yê xwediyê Xelata Nobelê Orhan Pamûk, dadgerê berê yê Dadgeha Qanûna Bingehîn a Ewropayê (DMME) ê berê Riza Turmen jî îmzeya xwe danîne binî danezanê. Ev nav, nirxên Tirkiyeyê ne. Ev mirovên temenê wan li dor 70 salî ji bo welêt diqilqilin. Û dixwazin mirov guh li dengê wan bikin. Me jî daxuyand ku em guh li dengê wan dikin. Hêvîdarim, îqtidar û muxalefet jî guh li dengê wan bikin." 
 
MA / Nacî Kaya - Tolga Guney 

Sernavên din

15/08/2020
18:47 Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin
18:05 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû
17:18 KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî
16:52 Li Mûşê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an
16:29 Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'