AMED – Li gundê Ferhendê yê navçeya Farqînê agir derket û gundiyan bixwe mudaxaleyî agir kir û vemirandin.
Duh êvarê li gundê Ferhendê yê navçeya Farqîn a Amedê, ji ber sedemeke ne diyar agir li deverên çiyawî ket. Gundiyên ku agir ferq kirin, bi derfetên xwe mudaxaleyî agir kirin û vemirandin. Rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyê jî piştgiriya gundiyan kirin û beyî ku agir bigihîje deverên bidaristan vemirandin.