ÇORUM - Li Navçeya Bayatê ya Çorumê xaniyek şewitî. Di şewata xanî de 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
Li Navçeya Bayatê ya Çorumê agir bi xaniyê mala Omer Çetin ket. Di şewata xanî de Omer Çetin, Yusuf Îçuz û Elif Naz Çetin ji xanî derxistin û rakirin Nexweşxaneya Bayatê. Li gel hemû mudaxaleyan 3 kesan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Piştî lêgerîna hundirê malê cenazeyê Ela Çetin û Elif Îçuz ên zarok ji malê hatin derxistin.