BEDLÎS - Walitiya Bedlisê qedexeya derketina derve danî ser 36 gundên Bedlisê.
Walîtiya Bedlisê di malpera walîtiyê ya fermî de daxuyanî da û ragihand ku qedexeya derketina derve daniye ser 36 gund û gundikên Bedlisê. Walîtiyê diyar kir ku bi armanca operasyonên li dijî endamên rêxistinê li gorî xala 5442'an a Bajarê ji saet 19.00'ê 11'ê Tebaxa 2020'an heta fermana duyemîn ketin û derketina derve ya 36 gundan qedexe kirine.