AMED/XARPÊT - Li navçeya Lîcê ya Amedê û navçeya Dep a Xarpêtê, şewatên rû dabûn, ji aliyê ekîbên agirkûj û welatiyan ve hatin vemirandin.
Şewata duh li çoltera gundên Zeyaret û Ûçarli yên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê rû da, hat vemirandin. Ji ber şewatê qedeke mezin bû xelî. Ekîbên agirkuj piştî agahî dayînê çûn cihê bûyerê û bi piştgiriya welatiyan şewat vemirandin.
Li çoltera gundên Uçbûdak û Yogûn Agaç ên girêdayî navçeya Depê ya Xarpêtê jî, duh ji ber sedemekê nehat zanîn şewatê rû dabû. Ekîbên agirkuj mudaxileyî şewatê kirin û vemirandin.
Hat diyar kirin ku şewata li nêzî qereqola eskerî ya gundê Uçbudakê dest pê kir jî, qadeke mezin a daristanê kir xelî.