MÛŞ – Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, hat berdan.
Hevşaredara Gimgim a Mûşê Ulku Karaaslan ku di 17'ê Kanûna 2019'an de hatibû girtin û qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, îro hat berdan.
Îro danişîna doza Karaaslanê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mûşê hat lidarxistin. Karaaslan bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bû. Piştî parêziya Karaaslanê û parêzerê wê dadgehê biryara berdanê da.
Piştî biryara berdanê Karaaslan ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Osmaniyeyê derket.