MÊRDÎN - Qedexeya derketina kolanan a li gundên girêdayî navçeya Dêrik û Şemrexê ji ber operasyona eskerî hatibû îlankirin, hat rakirin.
Li herêma Eyndîlbê ya dikeve navbera gundên Şêba Jêr a navçeya Dêrikê û goma Kaniya Elî û gundê Şêbê yên girêdayê navçeya Şemrex ên Mêrdînê, duh saet 19.30 şevê, piştî şerê derket, qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê derbarê mijarê de, daxuyanî da û ragihand ku qedexe hatiye rakirin.