NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî teqîna mezin a li Beyrûtê, Wezîrê Derdorê yê Lubnanê Damîanos Kattar jî îstîfa kir.
Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrûtê, di teqîna mezin a di 4’ê Tebaxê rû da de, 158 kesan jiyana xwe ji dest da bûn û bi hezaran kes birîndar bibûn. Piştî teqînê çalakiyên li dijî hikumetê dewam dikin. Ji ber teqîn û çalakiyan wezîrekê din jî îstîfa kir. Wezîrê Derdorê Damîanos Kattar, ragihand ku îstîfa kiriye.
Wezîra Enformasyonê ya Lubnanê Menal Abdussamed jî, ji gelê Lubnanê lêborîna xwe xwestibû û ji peywira xwe ya hikumetê îstîfa kiribû.
Li aliyê din, di çalakiyên duh bi şev ên li Beyrûtê rû dan de, şer di navbera xwepêşandan û polîsan de derketibû û bi sedan kes birîndar bibûn.