NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh hêzên rejîma Îranê li herêma Pawe ya ser bi Kirmaşanê kolberekî 16 salî îşkence kirin û kolber bi giranî birîndar bû
Li ser sînorê di navbera rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de, li herêma Pawe ya ser bi Kirmaşanê hêzên Îranê kolberekî 16 salî îşkence kirin.
Li gorî Kolbernewsê navê kolberî 16 salî Mubîn Hisênî ye û xelkê Dûrîsan a ser bi Paweyê ye. Dema ku karê kolberiyê dike pastarên Îranê êrîş kirin û bi qûntaxeya çekê li zarok dane û giran birîndar kirine.
Piştî îşkenceyê leşkerên Îranê zarok rakirin nexweşxaneya Paweyê û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye û rewşa wî giran e.