NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Kar û Barên Derve, bertek nîşanî peymana behrê da. Wezaretê ji bo peymana ku di navbera Yûnanîstan û Misirê de hat îmzekirin got, peyman "bêhukm" e.
Wezareta Kar û Barên Derve, der barê peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de hat îmzekirin got: "Di navbera Yûnanîstan û Misirê de sînorê behrê tuneye. Ev peymana qada behrî bisînor dike hatiye îmzekirin, ji bo Tirkiyeyê bêhukm e."