QERS - Bajaroka Pazarcix a girêdayî navçeya Dîgorê, di çarçoveya bergiriyên têkoşîna bi şewba vîrûsa koronayê de, kirin karantînayê.
Bajaroka Pazarcixê ya navçeya Dîgor a Qersê, li ser tespîtkirina pêketiyên vîrûsa korona (Kovîd-19), kirin karantînayê. Walîtiya Qersê, derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku ji 5’ê Tebaxê ve ketin û derketina bajarokê Pazarcixê hat girtin.