AMED – li Amedê bijîjk Halîl Yucel Kûtûn, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), ragihand ku Bijîjkê Pisporê Nexweşiyên Jinan û Zayînê Halîl Yucel Kûtûn, li Amedê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye. TTB, di ragihandina xwe serxweşî ji malbat û xizmên Yucel û xebatkarên tenduristiyê re xwest.