SÊRT – Li 5 gundên girêdayî navçeya Dihê, ji ber operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê, ji ber operasyonên leşkerî ku serê sibehê destpêkirin, li 5 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeyê saet 09.00’an de dest pê kir û heta fermaneke duyemîn dê bidome. Hat diyarkirin ku operasyona bi beşdariya yekîneyên taybet ên Fermandariya Bajar a Cendirmeyan hatibû destpêkirin, didome.