MÊRSÎN - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tarsûsê, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban jî di nav de 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketin û nayin derman kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê ya Mêrsînê, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Îsmaîl Çoban, di hevdîtina xwe ya duh a bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku bi 4 hevalên xwe re bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketine. Çoban, dest nîşan kir ku girtiyên bi vîrûsê ketine, nayin dermankirin.
Çoban, da xuya kirin ku rewşa tenduristiya girtiyan xeternake û got: “Hevalên me ev 14 rojin têkoşîna jiyanê didin. Lê tiştek ji bo wan nayê kirin. Tenduristiya me pir cîdiye û di talûkê deye. Em rastî binpêkirinên mafên cîdî tên. Dibe ku em carek din, dernekevin hevdîtina telefonê.”