COLEMÊRG – Li navçeya Geverê wesayîtek qelibî kendalekî û 6 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li texma gundê Sat ê navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayîteke ku diçû ger û geştê qelibî kendalê li ber rê û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane xebatkarên Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar in. Cenaze ji bo otopsiye rakirin morgê.