RIHA – Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, bertek nîşanî bernedana parêzerên di rojiya mirinê de Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal da û ev tişt got: “Êdî ferqa we û dadgehên engîzîsyonê nema, me bigirin şûna wan.”
Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, ji bo balê bikişîne ser rewşa parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku bi daxwaza ‘darizandina adîl’ di rojiya mirinê de ne, li ser hesabê xwe twîtterê parvekirinek kir. Unsal, parvekirina xwe bi etîketa“#BilaEbrûûAytacBijîn (#EbruVeAytacYasasın)” kir û ev tişt got: “Êdî ferqa we û dadgehên engîzîsyonê nema, me bigirin şûna wan. Wek serokê baroyê ez ji vê re amade me.”