Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik

img

STENBOL - Dîlek Şeker, du birayên wê di 33 saliya xwe de û bavê wê jî di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane. Şekerê wêneyê her sêyan ê bi navê "Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik" bi dîwarê mala xwe vekiriye û bi hêz û hesta ku ev wêne lê bar dike têdikoşe. 

 
Çîroka malbata Şekerê jî yek ji çîrokên êşbar e. Dîlek Şekerê li dîwarê mala xwe ya li Taxa Gaziyê ya Stenbolê wêneyê bi navê "Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik" daliqandiye. Ên di vî wêneyî de dudo jê birayên wê ne û yek jê jî bavê wê ye. Du birayên wê di 33 saliya xwe de û bavê wê jî di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Ji QOÇGIRIYÊ BER BI GAZIYÊ VE 
 
Çîroka malbata Şekerê li Qoçgiriya Sêwazê dest pê dike. Îsmet Şeker, gava hê biçûk bûye bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Piştî bavê wî dimire, li cem kalê xwe mezin dibe. Şeker ku zarokatiya wî li Qoçgiriyê derbas dibe, ji ber rewşa aborî tê Taxa Gaziyê ya Stenbolê. Li ser înşeatan dişixule. Bi dotmama xwe Zahîde Şeker re dizewice. Bi navê Dîlek, Mûstaca Can, Yûsûf û Yagmûr çar zarokên wan çêdibin. Zarokên wan hin jê heya lîseyê hin jê jî heya dibistana navîn dixwînin û dev ji dibistanê berdidin. 
 
Ji birayan Yûsûf gava midûrê fîrmayekê bûye, bi hinceta ku di sala 2013'aan de li Stenbolê tevli daxuyaniyeke qanûnî bûye tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Yûsûf, piştî salekê tê berdan. Piştî tê berdan cardin vedigere ser karê xwe. Lê rojekê ji nişkave winda dibe. 
 
ROJA KOBANÊ AZAD BÛYE JIYANA XWE JI DEST DAYE 
 
Birayê wî Mûstafa Can jî piştî ku pê dihese Yûsûf li Kobaniyê ye, di sala 2015'an de berê xwe dide Kobaniyê. Mûstafa Can gava diçe Kobaniyê li aliyekî li birayê xwe Yûsûf digere, li aliyê din jî li dijî DAIŞ'ê tevli YPG'ê dibe. 
 
Xwişk Dîlek, anî ziman ku rojekê Mûstafa Can telefonî wê kiriye û jê re gotiye kiriye nekiriye Yûsûf nedîtiye. Xwişk Dîlek, diyar kir ku Mûstafa Can jî roja ku Kobanê azad bû, di 27'ê Çileya 2015'an de, jiyana xwe ji dest daye. 
 
Xwişk Dîlek ji bo xebera mirina Mûstafa got: "Guleyek egîdekî qerase kuştibû. Pir bihêz bû, loma min bawer nekir." 
 
Her wiha hevalên wî li ser kêlika gora Mûstafa Can ê 33 salî ya li Goristana Gaziyê wiha nivîsandine: "Hevalê Şiyar, rihet rakeve. Roja tu şehîd ketî, Kobanê azad bû. (Hevrêyên te)" 
 
Dayik Şeker jî piştî mirina kurê xwe nerihet dibe û di 18'ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest dide. Îsmet Şeker jî piştî hevjîna wî û kurek wî jiyana xwe ji dest didin, ji nişkave porê wî giş spî dibe. 
 
Dîlek Şeker, diyar kir ku piştî mirina Mûstafa, vê carê bavê wê li Yûsûf digere û got, bavê wê gotiye: "Min kurek xwe spart axê, qet nebe Yûsûf bibînim." 
 
‘EZ Ê LI CIHÊ KU LÊ ŞEHÎD KETIYE NEXWEŞXANEYÊ ÇÊBIKIM' 
 
Bav Şeker ji bo biçe Kobaniyê û Yûsûf bibîne xeberê dişîne her derî û ji bo vê pêwendiyê bi SGDF'ê re datîne. Li ser vê bav Şeker ku pêlava lingê wî qetandîbû, ji bo zarokên Kobaniyê 5 cot pêlav distîne û dibêje "Qet nebe tûxleyekê li ser dîwarê nexweşxaneya ku li cihê Mûstafa bê çêkirin bikim. Ez ê li cihê ku kurê min lê şehîd bûye nexweşxaneyekê çêbikim û navê Mûstafa lê bikim" û daxilî nav kampanyayê dibe.
 
Gava rêwiyên xeyalan li Pirsûsê li Navenda Çandê ya Amarayê daxuyanî didan, DAIŞ'ê bi xwekujî êrîş bir ser wan û di êrîşê de 33 kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji van rêwiyên xeyalan jî Îsmet Şeker bû. 
 
‘BÊHNA ŞEWATÊ TÊ JI MALA MIN' 
 
Bi vê êrîşê re wesiyeta dayik Zahîdeyê ku ji hevjînê xwe Îsmet re gotibû "Îsmet min ew nedît, lê tu kurê min bibîne" di nîvî de ma. Hîn çileyê hevjîna wî naqede tev li rêwiyên xeyalan dibe. Di roja 33'yan a koça hevjîna wî de tevî 33 rêwiyên xeyalan ber bi ebediyetê ve tê birêkirin. 
 
Keça wî Dîlek Şeker ji bo wê rojê got: “Di navbera her du qereqolan de bi qirçeqirç hatin şewitandin. Werê şewitandin; 5 sal in bêhna şewatê ji mala min tê. Werê şewitandin ku hîn jî bêhna şewatê ji destên min tê. Di 20'ê Tîrmehê de, wê rojê me dixwest firtone rabe. Me dixwest Navenda Çandê ya Amarayê bibe çem. Lê bêhneke şewatê, bêhneke werê dihat ji her derî..." 
 
WESIYETA BAV ŞEKIR 
 
Dîlek Şeker, piştî dê, bav û birayekî wê jiyana xwe ji dest didin di warê derûnî de piştgiriyê distîne. Ligel vê tevî malbatên Pirsûsê jî dev ji têkoşîna edaletê bernade. Şeker, ji bo wesiyeta bavê xwe jî têdikoşe ku bavê wê jê re gotibû "Tiliyek û mûyek Yûsûf jî bimîne gere hûn wî li cem min veşêrin." Dîlek Şeker di destpêka Tîrmeha 2020'an de pê dihese ku Yûsûf li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ye. 
 
‘BEDENA YÛSÛF ŞEWITÎBÛ' 
 
Li ser vê Dîlek Şeker ji bo teşxîskirina birayê xwe Yûsûf diçe Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û got: "Wekî bedena bavê min û Mûstafayê min, bedena Yûsûf jî şewitîbû. Çendî ku şewitîbû jî çawa çav pê ketim, min ew nas kir. Min ew qas bîriya wî kiribû ku min newêribû dest jî bidê." 
 
WÎ XISTIN GORA BAVÊ WΠ
 
Yûsûf jî wekî birayê xwe Mûstafa Can di 33 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide û li ser wesiyeta bavê wî, di 7'ê Tîrmehê de gora bavê wî tê vekirin û li cem wî tê veşartin. 
 
Dîlek Şeker, anî ziman ku dixwest destên birayê xwe hine bike, lê belê ji destê wê bêhan şewatê dihat û got: "Em malbateke qersa bûn, tenê du eks man. Ev pri êşbar e... Hêrseke pir mezin e..."
 
WÊNEYÊ LI DÎWÊR 
 
Çîroka malbata Şekerê ku di tu çarçîfeyê de hilnayê, eynî wekî Guernîcaya Pablo Pîcasso ye. Lê belê ev çarçîfeya êşbar ya malbata Şekerê ku li dîwarê xêniyê Dîlek Şekerê daliqandî berhema kê ye? 
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

02/08/2020
15:36 Eskerê kuştî hat ditin defin kirin: Malbatê nexwest esker beşdarî merasimê bibin
15:10 Girtiyê bi Covît-19 kes çend roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
15:07 Rektorê ku wesayîta lüks a meqam xwest îstifa kir
15:06 Xwarziyê qeyûm û Uysaler ê sûcdarê êrişa zayendî hatin girtin
14:57 Polisan zarokek birîndar kirin
13:19 Bavê Unsal: Ma hûn dixwazin kurê min bikujin?
13:08 Girtiyê hat sewqkirin: Di rê de ne av ne jî xwarinê dan
12:12 Li Artûklû wesayîtek teqla avêt: 2 kes birîndar bûn
12:00 Lêgerîna ji bo ditina zarokê winda didome
11:49 ‘Wisa şewitîbû êdî malbatê gora zarokê xwe nas nekir'
10:56 Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin
10:04 Çelebî: Peymana Lîbyayê ji bo dem qezenckirinê ye
09:48 Hêjmara nexewşên Covît-19 li cîhanê 18 milyon derbas kir
09:19 Her roj li Rihayê 350 kes bi şewba Covît19 dikevin
Li Nexweşxaneyan ji nexweşan re cih tune
09:03 Jinên Wanî: Kurd bibin yek dê tecrîd bi dawî bibe
09:03 Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê
09:03 Ciwanan ji bo 'têkoşîneke pev re' bang kir
09:02 Fermana 74'an: Cîhan kor, ker û lal e
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN
01/08/2020
21:20 996 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
20:25 Cerdevanan welatiyek birîndar kir
20:10 Li Zozana Şerevanê agir bi daristanê ket
17:03 Înîsiyatifa Girtiyan, bal kiyand ser reşwa girtiyên nexweş ên Boluyê
15:22 Li Pîranê zarokê 4 salî winda bû
15:11 Platforma Piştevaniya ji bo Edaletê: Mudaxileya li dijî Tîmtîk û Unsal îşkence ye
14:41 Her ku diçin nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de dimînin
14:23 72 baroyan piştgirî da Serokê Baroya Hatayê
13:49 Dayikên Şemiyê: Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê nabe
13:47 Seroka DTO Turan: Li nexweşxaneyan cih tune
13:02 Dest û piyê zarokê 5 salî girê dan û li malê hepis kirin
13:02 TGS: Em dest ji Peymana Îstanbul bernadin
12:28 Xizmên windayan aqûbeta Orûç pirsîn
12:23 Welatiyê eskeran îşkence lê kir: Ez ditirsim li vî welatî bijîm
11:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de keyf û seyrane!
11:27 Li Basayê dorpêç rabû lê binçavkirin didome
11:00 Eskeran 3 şivan xistin halê mirinê
09:01 Piştî du salan îdianameya zilamê ku zarokek îstismar kiribû hat amadekirin
09:00 Piştevaniya Morê atolyeya xweparastinê li dar dixe
09:00 Behna şewatê tê: Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2020'AN
31/07/2020
21:20 Hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 230 hezarî ket
16:01 HDK: Cejn wê teqez bibin sazûmankarê aştiyê
14:21 Zilam ji malekê 4 kes qetilkirin
14:04 Qedeqeya Meşa Rûmetê hat îptalkirin
13:40 Cejnê li goristanan pêşwazî kirin
13:04 Gundiyan şewata li Licê xistin kontrolê
12:54 Yagbasan ê ber Çemê Dîcle ket cenazeyê wî hat dîtin
12:46 Ji ber ku qeyûm mezbexaneyê hilweşand ev dîmen derketin holê
12:30 Mizrakli: Bi hêviya cejnên em qurbanan nedin
12:04 Parêzer: Girtina Tîmtîk û Unsal îşkence ye
11:44 Demîrtaş Cejna Qurbanê pîroz kir
11:19 Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê
10:50 Dorpêça li Basa dewam dike
10:39 DBP: Em hevî dikin ku cejn aştî û azadiyê bîne hemû cîhanê
10:34 Gora Vedat Aydin ziyaret kirin: Em ê tu carî serî ne tewînin
10:27 'Bi rakirina Peymana Îstanbul dixwazin motîfên ol ferz bikin'
10:00 30 hektar daristana Çiyayên Amanosê tev şewitî
09:37 ‘Ku Peymana Îstanbul têxin meriyetê dê jin tundiyê nebînin'
09:03 Ji Kobanê ber bi Kîlyosê, ji êşê ber bi hêrsê
09:02 'Heger dibistan bên vekirin wê her kes bi vîrûsê bikeve'
09:02 Wê bi boneya cejnê alîkariya Êlihiyan bikin
09:01 ‘Devjêberdana ji Peymana Stenbolê tiştekî derçaxî ye'
09:01 Li Amedê wê ji bo çêkirina hin avahiyan 3 hezar û 500 dar bên birîn!
09:00 Çawa F bi ser neket, wê T jî bi ser nekeve
09:00 Ahmet Turk: Modela qeyûm hilweşiya
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN
30/07/2020
20:36 Daneyên Covîd-19'ê: 15 mirî, 967 pêketî
18:40 Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
18:28 Tîmtîk û Unsal rakirin nexweşxaneyê
18:21 Piştî şer, eskeran bi wesayîtên zirxî gund dorpêç kirin
18:14 HDP'ê gor ziyaret kirin
16:54 'Dadgehê fermana mirina Tîmtîk û Unsal îmze kir’
15:51 Li Lîcê goristan şewitandin
15:01 Daxwaza berdana Tîmtîk û Unsal hat redkirin
14:50 Serokê Baroya Hatayê Donmez: Divê berpirsiyar ji peywirê bên girtin
13:42 Di lojmanên polîsan de mirina bi guman a jinekê
13:35 Polîsek tîmê taybet li Nisêbînê întîhar kir
13:25 Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya
12:52 ATK: Ebru û Aytaç nikarin li girtîgehê bimînin
12:51 KCD û DBP'ê hişyariya Kovîd-19'an kirin
11:22 Bi fatûreyên sexte bi milyonan pere hatiye razandin!
11:22 Malbatan ji bo hevdîtin û telefonê serlêdan kirin
11:00 Uca: Bila 3'ê tebaxê Roja Têkoşîna li Dijî Qirkirina Jinê îlan bikin
09:25 Strana ‘Xwe Nekuje’ banga yekrêziyê dike
09:04 'Çavê li deriyan xwelî li seriyan'
09:04 'Ji bilî nanûzikê xwe, em tiştek din nafikirin’
09:03 Ji dayika Yabaşkûl a hatibû qetilkirin berteka Peymana Stenbolê
09:03 Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike
09:03 Dozger xwe negirt ji HDP'ê re got ‘Qaşo partî’
09:02 Ji bo avakirina kaniyên Mûnzûrê amadekarî
09:01 Aktîvîsta TJA'yê: Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin
09:01 Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo zarokên herêma erdhejê kampanya dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2020'AN
29/07/2020
19:54 Kesên ji ber Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 659'an
19:15 Îfadeya Abarakov wê dîsa bê girtin
17:28 Rapora ÎHD'ê ya Kurkçulerê: Mafê tenduristiyê asteng dikin
16:52 Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin
16:03 Hevserokê DBP'ê yê berê Kayar 15 rojin wenda ye
16:02 Li Amedê rojane testa 300 kesî pozîtîf derdikeve