* Dîlek Şeker, du birayên wê di 33 saliya xwe de û bavê wê jî di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane. Şekerê wêneyê her sêyan ê bi navê "Sê dil, sê şitil, sê mirovên xweşik" bi dîwarê mala xwe vekiriye û bi hêz û hesta ku ev wêne lê bar dike têdikoşe.
* Piştevaniya Morê, di 'ê Tebaxê de wê ji bo rojekê atolyeya xweparastinê li dar bixe. Endama Piştevaniya Morê Buşra Yeşîlbaş, destnîşan kir ku divê jiyan bi her awayî bê parastin ü got: "Em ê nehêlin pergala mêrî têkoşîna me têk bişikîne."
* Li Îskenderûnê der barê kesê ku zaroka hevalê zaroka xwe îstismar kiribû, îdianame hat amadekirin. Îdianam piştî bûyerê bi du salan hat amadekirin.
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 599'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 801'an de aqûbeta Suleyman Cîhan ê di sala 1981'an de di binçavan de hat windakirin bipirsin. (12.00)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 436'an de berdewam bikin û balê bikişînin ser rewşa girtî Hasan Subaşi. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadi dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiya xwe ya hefteyî bidomînin (13.00)